Ji BDP’ê têkildarî ‘hevdîtina Çankayayê’ daxuyanî

Ji BDP’ê têkildarî ‘hevdîtina Çankayayê’ daxuyanî

Navenda Giştî ya BDP’ê têkildarî nûçeya di Rojnameya Yenî Şafak ya hevdîtina bi Serokomartiyê, Serokatiya TBMM’ê û koma AKP’ê re daxuyaniyek da û diyarkir ku, “Ji ber ku di encama hevdîtinên hatine kirin de tiştekî nû yê bi rayagiştî re bê parvekirin nebû, pêwîstî nehate dîtin ji rayagiştî re were ragihandin.”

Navenda Giştî ya BDP’ê têkildarî nûçeya Rojnameya Yenî Şafakê ya “Hevdîtinên li Çankayayê û piştperdeya pêvajoya çareseriyê” daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “Di welat de rageşiya ku her roj gur dibe, pevçûnên didomin û zêde dibin, daxuyaniya Serokwezîr yaw eke ‘Pêwîst bike dê hevdîtinên Oslo careke din destpê bikin’, li aliyê din pêşketinên diltirs yên li Rojhilata Navîn pêş dikevin, Tirkiyeya ku kêm maye bi Sûriyeyê re bikeve nava şer, ji ber van hemû sedemên girîng bi Birêz Serokomar Abdullah Gul, Birêz Serokê TBMM’ê Cemîl Çîçek û koma AKP’ê re hevdîtin hatine kirin. Hemû hevdîtin bi agahiya partiya me, Hevserokên me yên Giştî bi daxwazên me hatine kirin. Di hevdîtinên hatin kirin de me hewil daye nêzîkatî, polîtîka û helwesta hikumet û dewletê fêm bikîn. Partiya me di van hevdîtinan de dîtinên xwe yên derbarê mijara Rojhilata Navîn û Sûriyeyê û hem jî polîtîkayên xwe yên derbarê demokrat bûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd de anîne ziman.” Weke din di daxuyaniyê de derbarê hevdîtinan de hate ragihandin ku, Ji ber ku di encama hevdîtinên hatine kirin de tiştekî nû yê bi rayagiştî re bê parvekirin nebû, pêwîstî nehate dîtin ji rayagiştî re were ragihandin.