Ji BDP’ê bo vegerandina navên cih û waran pêşnûme

Ji BDP’ê bo vegerandina navên cih û waran pêşnûme

Cîgirê Serokê Koma BDP’ê Îdrîs Baluken diyar ku li ser axa Mezopotam û Anatolyayê ne tenê netewa tirk dijîn, kurd, Suryanî, Laz, Ereb, Çerket û gelek gelên din dijîn û got heta roja me ya îro xwe gihandine û her wiha ji bo navên ku bûne tirkî jî şûnde bê îadekirin pêşnûmeya qanûnê da meclisê.

Cîgirê Serokê Koma BDP’ê Îdrîs Baluken ji bo navên berê yên mezra, gund, navçe, navend û erdnîgariyan şûde bê vegerandin, pêşnûmeya qanûnê ya 6 xalan pêşkêş kir. Baluken bal kişand ser dewlemendiya ziman û çandan a li ser vê axê û diyar kir ku yek ji ya ku li ber çava ye navê cih û waran e.

Baluken destnîşan kir ku ev ne tenê mîrateyeke ne yê gelên li ser vê axê dijîn, di heman demê de mîrateya cîhanêye û wiha got: “ Li ser van axan ji bilî tirkan, kurd, ermenî, çerkez, ereb, laz, rûm, suryanî û gelekên din dijîn. Baluken diyar kir ku guhertina navên cih û wan ya li tirkî, di nav civakî de bûye sedema dilşkestin û biyanîbûnê û wiha pê de çû: “Vegerandina navan ji ber fikara siyasî, di dema împaratoriya Osmaniyan de di dema Abulazîz û Abdulhamîtê duyemîn de dest pêkiriye.”

Di pêşnûmeya qanûnê de xal yek bi yek bi hincetênwan hatin rêzkirin