Ji anarşîst heta melayê gund zincîra mirovahiyê
Ji anarşîst heta melayê gund zincîra mirovahiyê
Ji anarşîst heta melayê gund zincîra mirovahiyê
Li gundê Miseynter û Mehser ku çalakiya nobeta xeta sînorê Kobanê-Pirsûsê didome, zincîra mirovahiyê hat avakirin. Di çalakiyê de ji anarşîstê ku nobetê digire heta melayê gund hatin gel hev û zincîr ava kirin.
Berxwedana Kobanê ket roja 61’ê û welatiyên li sînor nobet digirtin bi çalakiya zincîra mirovahiyê deng dan berxwedana Kobanê. Berxwedêrên li gundê Mehser û Miseynterê nobet digirtin meşiyan heta qada ku zincîra mirovahiyê ava dikin. Welatiyan berê xwe dan Kobanê û destê hev girtin. bi dirûşman hewl dan dengê xwe bigihînin şervanên YPG û YPJ’Ê. Jinan flamayên Kesk, sor û zer derxistin û ji melayê gund bigire heta seyarfiroşên li taxê her kesî dirûşm berz kir. Di çalakiyê de sirûda ‘Çerxa Şoreşê’ hat xwendin û bê navber dirûşm hatin berzkirin.