Îstxbarata Sûriyeyê 15 wesayitên benzînê desteser kirin

Îstxbarata Sûriyeyê 15 wesayitên benzînê desteser kirin

Li Humusê hêzên istxbarata suriyê, 15 wesayitên ku ji bo wergirtina benzînê ji herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê hatibûn, desteser kirin. Hêzên îstîxbaratê hemû belgeyên ajokaran ji wan stendin û piştî ku wesayîtên wan bi sotemeniya balefiran kîrosîlê tije kirin, berê wan da Şam û Helebê.

Li gorî çavkaniyên herêmî 15 wesayitên ku ji bo wergirtina benzînê ji herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê îro hatibûn Humusê, beriya ku benzînê dagirin, ji aliyê hêzên îstîxbarata Suriyeyê ve hatin desteserkirin. Hêzên îstîxbaratê bi dare zorê 15 wesayît bi kîrolîs ku wekî sotemeniya balefiran tê bikaranîn tije kirin û berê wan dan bajarên Şam û Helebê.

Hate ragihandin ku hêzên istxbaratê nasname, ruxset û ehliyetên ajokarên wesayîtan jî, ji wan girtine û dibin kontrola leşkeran de şandine.

Ji 15 wesayitên ku hatine desteserkirin, 4 yên welatiyê kurd ê bi navê Mihemed Qasim Mecîd ne. Hate gotin ku ajokarên 4 wesayîtan jî kurd in.