Tirkiye piştî Çînê weke ku welatê herî zêde aboriya wê bi lez mezin dibe, pesnê xwe dide. Lê gelo ev yek di jiyanê de çawa ye? Gelo ev îstatîstkên aboriyê çi qas rast in? Ji sedî 75’ê şêniya Colemêrgê bê kar in, gelo çima? Baş e ger aborî ewqas bilind dibe, çima azadî ber bi paşde diçin? Hevserokê BDP’ê Sehalattîn Demîrtaş rewşa aboriyê ya Tirkiyeyê ji ANF’ê re nirxand.
Li gorî Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK) bêkariya li Tirkiyeyê di meha tîrmehê de ji sedî 0,7 pûanan kêm bû û daket ji sedî 8,4. Yanî ji 2 milyon û 509 kesên ku di sala par de bê kar bûn, 286 hezar kes kêm bûn û di tîrmeha 2012 de hejmara bêkaran daket 2 milyon û 323 hezaran.
SOTEMENIYA HERÎ BI BIHA LI TIRKIYEYÊ YE
Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattin Demîrtaş, ji ANF’ê pirsên Maxime Azadî bersivand û tabloyek cûda nîşan da. Demîrtaş got; “Li Tirkiyeyê sotemeniya herî bi biha ya cîhanê tê karanîn. Dê zam ji bo gaza xwezayî bê, her wiha ji bo ceyranê jî. Dê mûçeyê karker-kedkaran kêm bibe.”
Demîrtaş got; “Ango maliyeta vî şerî hemû li ser pişta xizanan e” û wiha domand; “Jixwe ev tişt ji aliyê her kesê ve tê zanîn. Lê divê mirov vê yekê zêdetir rûreş bike, divê mirov ji gelê kedkar-karker re bêje ku ev pereyê bombe û çekan ji we tê dayin û divê li hemberî vê yekê bibin xwedî pozîsyon. Ji ber vê jî em di mijara aboriyê de maliyeta ji bo şer gelek tînin rojevê.”
BUTÇEYA JI BO ŞER HAT VEQETANDIN
Parlementera BDP’ê Sebahat Tuncel, bi daxwaza Serokwezîrê Tirk bibersivîne, pêşnûmeyek der barê lêçûnên şerê 30 salan de pêşkêşê meclîsê kir. Li gorî daneyên di nivîsê de: Di navbera meha Çile- Hezîranê de pereyê ji bo ewlehiyê hatiye veqetandin bi giştî 732.7 milyon e, ev hejmar di meha Tîrmehê de 473.5, di meha Tebaxê de jî 372.4 bû û bi giştî di du mehan de 845.9 milyon lîra hatiye mezaxtin. Yanî di pevçûnên ku li hemberî gerîlayan hatiye zêdekirin de di du mehên dawî de ji 6 mehên pêşî yê salê de 113 milyon lîra zêde hatiye mezaxtin.
Dema mirov li kêliyên butçeyê dinêrin herî zêde ji bo ‘çek û techîzata şer’ pere hatiye mezaxtin. Yanî li gorî 6 mehên pêşî yên salê du qat zêde pere hatiye mezaxtin. Yanî di 6 mehên pêşî de ji bo ‘çek û techîzata şer’ bi giştî 202.8 hatiye mezaxtin û di meha tîrmeh-tebxê de 483.4 hatiye xerckirin. Tenê di meha tîrmehê de xerckirina ji bo çekan 84 mîlyon ji yê 6 mehan zêdetir e.
Li gorî Demîrtaş ev rewşa reel a aboriyê tenê bandorê li girseya AKP’ê dike, lê hin kesên ku ji ber şer gir dibin jî hene. Demîrtaş wiha dibêje; “Rêveberên AKP’ê, muteahîtên AKP’ê, holdingên AKP’ê di vî şerî de gir dibin. Hemû derferên dewletê ji bo xwe bi kar tînin. Hemû îhale hemû niha di bin kontrola AKP û cemeetê de ne. Li muteahîtên nêzî xwe ne belav dikin. AKP li her derê îhaleya rê, bendav, qereqol, dibistan, veguhertinên bajarvanî, hemû die muteahîtên nêzîkê xwe.”
ÎSTATÎSTÎK NE RAST IN
Demîrtaş diyar kir ku îstatîstîk ne rast in û wiha didomd; “Rewşa reel cûda ye. Li Tirkiyeyê, weke Ewropayê aboriya di qeydê de ne pir xurt e. Kirrîn-firotina li Tirkiyeyê, pereyê di bazarê de beşek mezin a wan ne di qeydê de ne. Li derveyê qeydên fermî yên dewletê ne. Dewlet vê dizane. Jixwe ev aboriya derveyê qeydan dewletê li ser lingan dihêle.”
Demîratş balê kişand ser rêjeya bêkariyê û got; “Em dizanin ku li Mûşê rêjeya bêkariyê derdora ji sedî 70 ye, li Amedê ji sedî 60. Li Edeneyê bêkariya rast ji sedî 70-75 e. Bi vî awayî rêjeya herî bilind a bêkariyê li Edeneyê ye. Sedema vê jî koçberî ye.”
DAHATA MILÎ LI COLEMÊGÊ ÇIQAS E?
Demîrtaş di mijara dahatên milî yên serê her kesê, rêjeyeke din nîşan da û got; “Wisa dixwuyê ku salane serê her kesê dahata milî 10 hezar dolar e. Lê li Mûşê ev rêje heta niha jî 400-500 dolar e. Li Colemêrgê jî ji 600 dolarê derbas nake.”
ÇI KARÊ TEKNOLOJIYA BILIND LI GEVERÊ HEYE?
Demîrtaş îşaret bi nakokiyên di îstatîstîkên fermî kir û diyar kir ku bal kişand ser tiştek balkêş ên di rêjeya hinardeyê ya li Geverê de û got; “Niha li Geverê hejmarên hinardeyê (îxracat) tên aşkerekirin: Niha ji Geverê bo cîhanê parçeyên mekûk ên fezayê hatine hinartin. Vê yekê li Geverê kirine. Kê kiriye? Holdîngên AKP’ê, li wir li ber deriyê sînor mal firotine cîhanê, bacê revandine. Tu dibêjî qey ji Geverê parçeyên mekûka fezayê firotine cîhanê û an jî parçeyên balefiran firotine. Weke ku ji Geverê tişt têne hinardekirin, daneyên wisa nîşan didin. Yanî ev hejmar hemû bi nakokî ne û ne rast in.”
AZADÎ SEREJÊR BÛN
Her çendî AKP bi bilindbûna rêjeya aboriyê pesnê xwe dide jî- lê dijwarê mafê mirovan û azadiyan de her tim dadikeve jêr. Li gorî rapora 2011 ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) tenê di sala par de 29 hezar û 366 binpêkirinên mafan pêk hatin, 3 hezar û 252 li rastî îşkence û mûameleyên xirab hatin, mafê gihiştina înternetê yê 6 hezar û 504 kesan astengkirin, 173 êrîş li dijî komele û partiya pêk hatin. Ji dawiya sala 2011 ve hejmara girtiyan ku 128 hezar û 604 bû, ji sibata 2012 ve gihi8şt 130 hezar û 617 kesî. Dîsa li gorî raporê di sala 2011 de 27 hear û 503 binçavkirin û 6 hezar û 444 girtin pêk hatin.
Li gorî daneyên BDP’ê, derdora 8-10 hezar kes di operaysonên di bin navê KCK’ê de li hemberî siyaset a Kurdan tê meşandin, hatin girtin. Piştî serkeftina Kurdan a di hilbijartinên herêmî ya 2009, di nava 3 salan de operasyon qet ranewstiyan û operasyon li hemberî aliyên ku piştgirî didin doza Kurdan jî pêk hatin.
Tirkiye di gelek aliyan de mezin girtîgeha cîhanê ye. Li gorî daneyên ji 9’ê cotmeha 2012 ve yên Platforma Piştevaniya bi Rojnamevnaên Girtî re, 13 jê xwediyê îmztiyazê 77 rojnamevan di girtîgehan de ne. Dîsa 6 jê yên BDP’ê 8 parlementer, zêdetirê 30 şaredarên Kurd, zêdetirê 60 sendîkavan, 56 endamên Meclîsa Partiyê ya BDP’ê, zêdetirê 2 hezar xwendekarên zanîngeh û amadeyî, bi sedan çalakên jin, gelek rewşenbîr û parêzvanên mafê mirovan di girtîgehan de ne.