Endamê Desteya Bilind ya Kurd a Rojavayê Kurdistanê Îsa Heso bang li rayagitşî ya demokrat a Tirkiyeyê kir û wiha got: “ Bila zext û planên Tirkiyeyê yên li ser kurdan rabikin. Bila hawira aştiyê di navbera gelan bidome.”
Îsa Heso ku ji bo Konferansa Rojhilata Navîn ya Kongreya Demokratîka Gelan hate Stenbolê pirsên Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) bersivand.
Heso diyar kir ku têkoşîna Rojavayê Kurdistanê nû dest pê nekiriye û wiha got: “Li Kurdistana Sûriyeyê 4 hezar şehîdên me hene. Ev têkoşîna azadiyê, xwe disperse paşerojê kevneşopiyeke ya xwedî bingeh.”
Heso da zanîn ku li Sûriyeyê dema pevçûn nû dest pê kiriye projeya ‘xweseriya demokrastîk’ pêş xistiye û wiha got: “Ji bo xweseriya demokratîk bikeve meriyetê me hêza xwe ya parastina rewa ava kir. Me meclisên çandî û ziman ava kir. Me ji gundan heta taxan meclisên gel ava kir. Bi hevkariya van meclisan me li ser qadê di asta xweseriya demokrastîk de qadên xwe çêkir.”
Heso di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li seranserê Sûriyeyê hemû xizmet rawestiyane lê herêmên kurd lê dijîn her tişt bi rê ve diçe. Ji bo gelê me nekeve zehmetiyan em bi Mesut Barzanî re ketin têkiliyê. Me bi vê yekê kanalên têkiliyên aborî yên Başurê Kurdisanê vekir. Em niha di nav berxwedaneke mezin de ne. Em naxwazin gelê me bikeve nava pevçûnê. Ji bo parastina statuya heyî em her tiştî dikin. Banga me jib o demokratên Tikriyeyê ev e. Bila zextan li Tirkiyeyê bikin ku, plan û zextên wan yên li ser gelê kurd bi dawî bibin.”