Iraqê ji ber petrolê dîsa giliyê Tirkiyeyê kir
Li gorî nûçeya malpera Iraq Oil Report, Iraq careke din ji ber kirîna petrola Başûrê Kurdistanê, giliyê dewleta dagirker a Tirk kir.
Li gorî nûçeya malpera Iraq Oil Report, Iraq careke din ji ber kirîna petrola Başûrê Kurdistanê, giliyê dewleta dagirker a Tirk kir.
Di nûçeyê de destnîşankirin ku divê Tirkiye 601 milyon û 900 hezar dolar bide hikûmeta Iraqê û derbarê giliya nû ya Iraqê de tu agahî nehat parvekirin.
Li gorî nûçeyê, biryara Dadgeha Tahkîmê ya Emerîkayê ku divê Tirkiye 601 milyon û 900 hezar dolar bide Iraqê, hê jî derbasdar e, lê derbarê naveroka serlêdana nû ya Iraqê ya li dijî Tirkiyeyê de tu agahî nehat parvekirin.
Di nûçeyê de hat gotin ku ev çend meh in danûstandinên hinartina petrolê di navbera Tirkiye û Iraqê de berdewam dikin û ev pêngava nû ya Iraqê nîşan dide ku Iraq û Tirkiye ji bo hinartina petrolê li hev nekirine.
Iraqê ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ya Tirkiyeyê serî li Dadgeha Navneteweyî ya Tahkîmê ya Parîsê dabû. Dadgehê biryar dabû ku Tirkiye petrola Herêma Kurdistanê bi awayekî neyasayî hinarde kiriye û peymana 1973’an ya di navbera herdu dewletan de hatiye îmzekirin binpê kiriye.