Îran sînorên xwe bi têlan digire

Îran sînorên xwe bi têlan digire

Hat hînbûn, artêşa Îranê ev çend roj in sînorên xwe bi têlan digirin û bi îdîaya qeçaxçitî kirine, 2 kes li ser sînor kuştine.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di 27 û 28'ê Tîrmehê de, li geliyên Sisê û Dêmanê, bi hinceta qeçaxçitî kirine Mûxafizên Şoreşê gule li komekê reşandine. Hat hînbûn 2 kes bêdarazê hatine kuştin, 2 kes jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku Mûxafizên Şoreşê di nava çend rojên dawî de, xeta sînor bi têlan girtine.