Îran: Îsraîl birîneke divê bê tunekirinê ye

Îran: Îsraîl birîneke divê bê tunekirinê ye

Serokomarê nû yê Îranê Hasan Ruhanî, ji bo Israîlê got: “Di cîhana Îslamî de birîna ku divê bê tunekirine.”

Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî kut evli merasîma roja Kudusê ya Cîhanê ku ji aliyê Îranê ve bo piştevaniya Filistînê hat organîzekirin bû de got: “Rejîma Siyonîst ev bi salan e di cîhana Muslimanan de birîneke. Divê ev birîn bê tunekirin.

Ruhanî hevdîtinê bo aştiyê yên vê hefteyê di navbera Rêveberiya Filist û Israîlê de ya bi pêşengiya Washîngtonê destpêkirine nîşan da û got: “Israîl bi hinceta lihevkirinê xwezaya xwe ya êrîşkar didomîne. Îsraîl vê wek derfetekê difikire.

Îsraîl jî li dijî vê bê deng nema. Serokwezîrê Israîlê Benyamîn Netanyahu got: “Ruyê rast yê Ruhanî pir zû derket holê. Her çiqas Îran niha van gotinan înkar bike jî ev fikra wan e. Ev plana çalakiyê ya rejîma Îranê ye.