Dewleta Tirk ku li nava Başûrê Kurdistanê êrişî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê dikin, tevî ku çekên kîmyewî bi kar tîne jî hêzên navneteweyî xwe kerr û kor dikin. Herî dawî Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) beriya çend rojan bi daxuyaniyekê ragihand ku bi taybetî li qada Zendûra ya Metînayê û qada Girê Sor a li Avaşînê li gelek deveran çekên kîmyewî hatine bikaranîn.
Li ser vê daxuyaniya NPG'ê, Yekîtiya Doktorên Navneteweyî ya ji bo Pêşîgirtina li Şerê Nukleerê (IPPNW) bang kir. Ji rêveberên IPPNW'ê Gisela Penteker ji ANF'ê re axivî û diyar ki rku agahiyên yekîneyên HPG'ê li ser bikaranîna çekên kîmyewî dane hêjayî lêkolînê ne û di vê mijarê de bal kişand ser berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî (NY).
'DIVÊ PISPOR DEST BI LÊKOLÎNÊ BIKIN'
Penteker anî ziman, dîmen û wêneyên li herêma şer hatine kişandin, ji bo mijara bikaranîna çekên kîmyewî delîleke têrker nîne û destnîşan kir ku ji bo agahî bên piştrastkirin divê pispor lêkolînê bikin. Penteker bi bîr xist ku Tirkiye endamekî NATO'yê ye lewma lêkolînkirina binpêkirina qanûnên têkildarî çekên kîmyewî yên dewleta Tirk karê NATO'yê ye.
Penteker anî ziman ku ew piştgiriyê didin bangên hêzên Kurd û got, "Eger NATO naxwaze baweriya bi xwe winda bike, divê ji pisporên Neteweyên Yekbûyî re bibe alîkar ku karibin lêkolînê bikin." Rêvebera IPPNW'ê ragihand ku di serî de Elmanya, Yekîtiya Ewropa jî di mijara çekên kîmyewî de xwedî berpirsyariyan e û bang li rêveberiya Berlînê kir ku di şerê dijî Kurdan de êdî bêdeng nemîne.
IPPNW ku navenda wê li DYE'yê ye û ji ber karên xwe yên sala 1985'an hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hate dîtin, bi zêdeyî 150 hezar endamên xwe li qada navneteweyî yek ji saziyên sereke yên dijberiya çekên kîmyewî ye. IPPNW ku li 63 welatan rêxistiniya xwe heye, bi 8 hezar endamên xwe yên li Elmanyayê weke saziya herî mezin a alîgirê aştiyê tê naskirin.
OPCW LI PÊŞBERÎ MIKURHATINÊN AKAR BÊDENG MA!
Tirkiye ji sala 1997'an û vir ve aliyekî Rêxistina Qedexekirian Çekên Kîmyewî (OPCW) ye. Gazên ku çavan dişewitînin ên ku destûr tê dayin ku polîs di bûyerên civakî de bi kar bînin, ji aliyê OPCW'ê tê qedexekirin ku li deverên girtî yên mîna şikeftan bê bikaranîn. Lê belê tevî vê yekê jî Wezîrê Parastinê yê Tirk Akar mikur hat ku artêşa Tirk di navbera 10-13'ê Sibata 2021'ê de di êrişa dagirkeriyê de ya li ser Garê 'tenê gaza ku çavan dişewitîne bi kar aniye'. OPCW pêwîstî pê nedît ku vê mikurhatinê lêkolîn bike.
Têkiliyên qirêj ên navbera OPCW û dewleta Tirk ne veşartî ye. Piştî êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a Cotmeha 2019'an a li ser Girê Spî û Serêkaniyê, ev têkilî bêhtir eşkere bûbû. Di wê demê de ku daxuyanî hatin dayin ku artêşa Tirk li dijî sivîlan çekên kîmyewî bi kar aniye, Sefîrê Bilind ê Tirkiyeyê yê li Laheyê Şaban Dîşlî bexşa ji 30 hezar Euroyî li OPCW'ê kiribû.