Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê 34 hemwelatiyên di komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dan bibîranîn û ji bo wan edalet xwestin.
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê ji bo komkujiya Roboskî neyê jibîrkirin li ber Sumerbanka berê daxuyanî da çapemeniyê. Beriya daxuyaniyê ji bo Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Şêxmûs Aydin ku 2 roj berê jiyana xwe ji dest dabû deqeyek rêz hate girtin.
Li ser navê ÎHD'yiyên pankarta "Me Roboskiyê ji bîr nekiriye, em dê nedin jibîrkirin" vekirin Rêveberê ÎHD'ê ya Îzmîrê Adnan Kaya daxuyanî xwend. Kaya diyar kir ku, Demek dirêje ser komkujiya Roboskiyê re derbazbû lê hêjan çi pêşketin çênebûne.
Pişt re çîroka hatî nivisandin li ser devê Karker Encu yê di komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dayî hate vegotin. Kaya wiha got: "Hûn dizanin zarokê nû ji dayîkbûyî navika wê bê jêkirin û bavêjin kuderê dê ew zarok wî karî bike û wisa tê bawerkirin. Li van warên ku her kes weke rênçber, pale dixebite, demek navika min avêtine nava berhemên bi xwihdana eniyê hatiye lihevdan ku ez çawa bi xwe hesiyame dixebitim. Heke bombeyên ku min kuştibin edaletê jî nekuştibin, ez edaletê dixwazim. Ma ne mafê herkesî ye edalet?"