ÎHD: Dest ji terorîzekirina civakê berdin
ÎHD: Dest ji terorîzekirina civakê berdin
ÎHD: Dest ji terorîzekirina civakê berdin
Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), şîddeta polîsan li Taksîmê ya gihiştiye heta malbatên zarokên di komayê de rexne kir. ÎHD hişyariya “Dest ji terorîzekirina civakê berdin” da polîs. ÎHD’ê bi bîr xist ku Berkîn Elvan ê 14 salî tevî ku 47 roj in di komayê de ye derbarê polîsên ku sûcê “Bi zanebûn û plansazî kuştina mirov” kirine tu tişt nehatiye kirin û got, “Ji bo Berkîn edalet di betlaneyê de ye.”
Daxuyaniya Komeleya Mafê Mirovan Şaxa Stenbolê bal dikişîne ser van xusûsan:
JI BO BERKÎN EDALET DI BETLANEYÊ DE YE
Berkîn Elvan zarokekî 14 salî ye. Dema ji bo nan bikire ji malê derket bi bombeya gazê ya polîsan ji serê xwe birîndar bû. 47 roj in di komayê de ye. Ji bo Berkîn edalet di betlaneyê de ye. Derbarê polîsên ku sûcê “Bi zanebûn û plansazî kuştina mirov” kirine heta niha tu tişt nehatiye kirin.
Malbata Berkîn bang li raya giştî kir ku wê li Rawestgeha Tramvay a Taksîmê daxuyaniyeke çapemeniyê bide. Duh li Rawestgeha Tramvay a Taksîmê polîsan sûc kiriye. Rawestgeha Tramvay bi salane ji bo daxuyaniyên raya giştî tê bikaranîn û polîsan mudaxele nekiriye.
RÊGEZÊN GERDÛNÎ Û PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ HATIN BINPÊKIRIN
Hişyariya polîsan a ji malbat û parêzeran re “5 metre pêşde daxuyaniyê bidin” hem bê wate û hem jî ne qanûnî ye. girseya ku bi armancên aştiyane hat gel hevdu terorîze kir. Bi anonseke ku kesî nebihîst êrîşî gîrseyê kirin. Li holê tu muxatab nîn bûn. Polîsan ev muxatabî bi şîddetê bi rê ve bir. Êrîşî malbata dilbiêş, parlamenter, hunermend, parêzvanên mafên mîrovan kirin. Parêzerên Berkîn Elvan, Serokê Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafê Mirovan jî ber gullebaranê birîndar bû. Di nav girseyê de mirov birîndar bûn. Bi awayekî zêde gaza bombeyan hat bikaranîn. Rêgezên gerdûnî û peymanên navneteweyî hatin binpêkirin. Heta derengiya şevê êrîşa polîsan berdewam kir.
PÊWÎST E HÛN JI LÊGERÎNA TÊKOŞÎNA MAFAN NETIRSIN
Em hişyar dikin, divê hûn dest ji terorîzekirina civakê berdin. Divê hûn dest ji rêbazên şîddet û êşkenceyê û ji nêzîkatiyên ku gel tehrîk dike berdin.
Ji daxwaza gel a mafan netirsin. Pêwîst e hûn ji lêgerîna têkoşîna mafan netirsin.
Tu carî şîddetê têkoşîna maf û azadiyan asteng nekiriye. Em dixwazin li şûna şîddetê diyalog, nêzîkatiyeke ji mafê mirovan û azadiyan re rêzdar hebe. Yên vê pêk nayînin, yên bi israr in ku pêk nayînin û yên vê înadê bi rê ve dibin em dixwazin îstîfa bikin.
Em dixwazin ên bûn sedema jiyana Berkîn û gelek mirovan ji kolanan vekişin û hesab bidin edaletê.