ÎHD: Berpirsê her mirovê jiyana xwe ji dest bide AKP ye
Şaxa Îzmîrê ya ÎHD’ê ji bo berteknîşandana li hember qetlîamên li Kurdistanê daxuyaniyek çapemeniyê da.
Şaxa Îzmîrê ya ÎHD’ê ji bo berteknîşandana li hember qetlîamên li Kurdistanê daxuyaniyek çapemeniyê da.
Şaxa Îzmîrê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo li hember qedexeyên kolanan ên li Kurdistanê, valakirina jiyangehan û piştre jî qetlîamên despêkirî bertekên xwe nîşan bidin, ji bo vê jî karibin raya giştî ava bikin, daxuyaniya çapemeniyê da.
Endamên komê li pêşiya Banka Sumer a Konakê hatin cem hev, pankart vekirin. Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Bajarê Îzmîrê Cavît Ûgûr jî piştgirî da daxuyaniyê. Li ser navê komê Caner Canli daxuyanî xwend, wiha got: “Eger li aliyekî welat mirov tên kuştin, ji cihên xwe tên koçberkirin û tevahî mafên wan ên mirovî ji destên wan tê girtin, tu nikarî bibejî ku yên li aliyên din dijîn wek mirovan dijîn.”
Canli wiha berdewam kir: “Li gor daneyên TÎHV, ji 16’ê Tebaxê 2015’an heta 11’ê Kanûnê 2015’an li 7 bajaran, li gor hejmara nifûsa 2014’an; 17 navçeyên ku bi temamî 1,299,061 kes lê dijîn bi giştî 52 caran bêdem û bi temamî rojê qedexeyên kolanan hatine îlankirin û ji van a herî dirêj 14 rojan berdewam kiriye.
Em parêzvanên mafên mirovan, dibêjin ku desthilatiya AKP’ê berpirsê tevahî canan e. Banga me ew e ku komkirinên leşkerî yên li herêmê divê bê rakirin; çek bên bêdengkirin; diyalog destpê bike! Xwişktî, biratî bi şer re nayê, bi aştiyê tê.”