IADL: Tirkiye sûcê li dijî hiqûqa navneteweyî dike

Yekîtiya Hiqûqnasên Demokratîk ên Navneteweyî (IADL) diyar kir ku êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê li gorî hiqûqa navneteweyî sûc e û Tirkiye bi van êrîşan re, vê hiqûqê bin pê dike.

Yekîtiya Hiqûqnasên Demokratîk ên Navneteweyî (IADL) ya ku ji gelek welatan yekîtiyên hiqûqnasan endamên wê ne, diyar kir ku pêngava Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê tê wateya binpêkirina xala 2’emîn a Şertên Neteweyên Yekbûyî.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku xala 51’emîn a Şertê Neteweyên Yekbûyî di rewşên wisa de nabe ku têkeve dewrê. Hate diyarkirin ku pêşnûmayên biryarên 1624, 2170, 2178 ên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî jî bi tu awayî nabe ku têkevin meriyetê.

Yekîtiya Hiqûqnasên Demokratîk ên Navneteweyî (IADL) diyar kir ku êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê li gorî Dadgeha Cezayan a Navneteweyî sûc e.