‘Hucreya ku şeva wê nîne’ li San Sebastîanê hat pêşkêşkirin
Lîstika bi navê “Hucreya ku şeva wê nîne” ku qala girtîbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike, li bajarê San Sebastîanê hat pêşkêşkirin.
Lîstika bi navê “Hucreya ku şeva wê nîne” ku qala girtîbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike, li bajarê San Sebastîanê hat pêşkêşkirin.
Koma şano ya li welatê Baskê dest bi tûrneyê kir, lîstika xwe ya destpêkê li Navenda Çandê ya Vîktorîa ya li Donostîa (San Sebastîan) pêşkêş kir. Ev lîstik di heman demê de bû promiyerê li Ewropayê.
Lîstik sala 2019’an ji aliyê Galler Irûsta ve hat nivîsîn û bi derhêneriya Mîreîa Gabîlondo li ser dikê hat lîstin. Lîstik bal dikîşîne ser çar dîwarên hucreyek îzoleyê û binpêkirina mafên mirovan.
“Hucreya ku şeva wê nîne” (La celda sîn noche) lîstika destpêkê ya Irusta jî ye ku sala 1995’an li bajarê Bîlbao yê Spanyayê ji dayik bûye û nivîskarek ciwan ê lîstikan û derhênerê sînema û şanoyê ye.
Irusta qala girtîbûna Abdullah Ocalan û fikrên wî yên di bin tecrîda girankirî de derxistî holê, dike.
Di lîstikê de sê kesayetên ku nûneriya fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin, bal dikîşîne ser veguherîna siyasî. Temaşevan nîqaşên di navbera van her sê kesayetan de dişopîne û heyranê fikrên azad dibin ku tevî astengiyên girtîgehê jî bê sînor in.
Her çendî ku ev çîrok, çîrokeke têkoşîna Kurdan jî be, di rastiyê de Irust û Gabîlondo vê yekê bi girtîbûn û berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tîne ziman.
“Hucreya ku şeva wê nîne” ji aliyê bernameya “Dramatûrjîlerên Nû” (Nûevas Dramatûrgîas / Antzerkîgînzta Berrîak) ve hat pêşxistin û hilbijartin. Bernameya “Dramatûrjîyên Nû li paytextên Baskê Bîlbao, Donostîa / San Sebastîan û Vîtorîa-Gasteîzê ji aliyê sê şaredariyên şanoyê ve hatiye lidarxistin.