Hiqûqnas ji bo Tugluk hatin cem hev
Hiqûqnas ji bo ku siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk ku bi nexweşiya giran e hatin cem hev û xwestin ku Tugluk were berdan.
Hiqûqnas ji bo ku siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk ku bi nexweşiya giran e hatin cem hev û xwestin ku Tugluk were berdan.
Hiqûqnasan bal kişandin ser rewşa giran a Aysel Tugluk a rehîn ku nayê berdan, xwestin ku Tugluk were berdan.
Gelek hiqûqnas di roja 102'an a Nobeta Dadê de, li ber avahiya Edliyaya Stenbolê ya Çaglayanê hatin cem he û bal kişandin ser rewşa siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk ku li Girtîgeha Nimro 1 ya Qandirayê rehîn e.
Hiqûqnasan li ber deriyê edliyê daxuyaniya çapmeniyê dan. Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabibên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncancî, Alîkarê Serokê Yekîtiya Baroyên Tirk (TTB) Gurkan Altûn û her wiha gelek endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD) hazir bûn.
Hiqûqnas Mebûse Tekay bi bîr xist Tugluk endama Baroya Stenbolê lê baro lê xweî dernakevê û ev ê vê bêhelwestiya baroyê ji bîr nekin. Tekay got Tugluk vîn e bi milyonan miorv e, baro çavê xweli vê digire û diyar kir heke Tirkiye dewleteke hiqûqê bûya wê Tugluk bihata berdan.
Fînancî jî diyar kir girtiyên nexweş di hicreyên yek kesî de têne girtin, li gel ku nikarin li girtîgehê bimînin jî bi rapora Saziya Tiba Edlî (STE) nayê hiştin ku girtî bêne berdan, bal kişande ser peywirdarkirina li ser STE'yê û got, ''Bi vê peywirdarkirinê derheqê Tugluk raporeke dûrî zanistî hate hazirkirin. Ev meseleya me hemûyan e. Divê em vê rewşa neheq û nehiqûqî berbiçav bikin û bilez divê girtî bêne berdan. ''
Gurkan Altun jî diyar kir 9 doktoran derheqê Tugluk rapor hazir kirin, di raporê de tê diyarkirin Tugluk nikare li girtîgehê bimîne lê STE'yê ev rapor qebûl nekiriye.