Hilbijartinên li Misirê di roja duyemîn de didome

Hilbijartinên li Misirê di roja duyemîn de didome

Dengdana di hilbijartina serokkomartiyê ya Misirê de di roja duwemîn de didome. Gelê Misirê piştî hilweşandina rejîma Husnî Mubarek cara yekemîn duh çûn ser sindoqên hilbijartinê û dê îro jî dengdan bidome. 13 berbijarên serokdewletiyê ku jin di nav de tune ne di pêşbaziyê de ne.

15 meh piştî hilweşîna desthilat Husnî Mubarek, cara yekemîn duh hilbijartin li Misirê dest pê kir û dê îro bidome. Dê 50 milyon kes deng bi kar bîne û 2 rojan bidome.

Di hilbijartinê de 13 berbijar dikevin pêşbaziyê û dê laîk, Îslamî, şoreşger û alîgirên Mubarek bêne hemberê hev. Ji 13 berbijaran 5 jê ji aliyê partiyên siyasî ve tên destekkirin, 8 ên din jî serbixwe ne.

Ji namzedên ku di rêza pêş de ne; Ehmed Şefik (fermandarê berê yê yên Hewayî, piştî xwepêşandandan bibû serokwezîr), Amr Musa (Serokwezîrê Berê û rêberê berê yê Komkara Ereban), Muhemmed Mursî (Serokê Partiya Azadî û Dadê ya Birayên Misilman), Ebdulmuneym Ebul Futuh, Muhammed el Awa, Hişam el Bastawisi, Ebu el-îz Elî el-Hariri; Xalid Eli (çepgir), Hamdin Sabbahi.