Hijmara nû ya Serxwebûnê derket

Hijmara nû ya rojnameya Serxwebûnê bi manşêta, ''Bi geşkirina şerê şoreşgerî yê gel em ê pêngava 'Dema Azadiyê ye' bi serfiraziyê tacîdar bikin' derket.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di nivisa xwe de diyar dike pêngava 'Dema Azadiyê'' li Kurdistanê û li derveyî welêt serkeftinên girîng derxistine holê. Bayik diyar dike azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdetir  di rojevê de ye û dibêje, heke berxwedana li dijî dewleta Tirk a qirker û li dijî polîtîkayên qirker hinekî dî were geşkirin pêngav di salan duyan de dikare bigihije hedefa xwe. Bayik di nivîsa xwe de li ser mijara muxatabiyê ya di meseleya Kurd de, berxwedana lehengî ya gerîlayan ku planên dagirkeriya Tirk pûç dikin û li ser gelek mijarên din disekine.

Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Rûken Garzan di nivîsa xwe de encam û hedefên sala duyan ên pêngava ''Dema Azadiyê ye'' bi berfirehî vedibêje.

Bi sernavê ''Di sala 42'an a Darbeya 12'ê Îlonê de geşedanên nû yên siyasî û hilweşîna AKP-MHP'ê'' Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Durna Kalkan darbeya 12'ê Îlonê,  êrîşên li ser cot-barûyan ên 11'ê Îlona 2001'ê li ser zemînên wê yên dîrokî û bandorên herêmî dinirxîne. Kalkan her wiha analîza Efgnaîstan û geşedanên herêmê dike, balê dikişîne ser ku AKP ya ku li hundir û derve qels bûye ber bi dawiyê ve diçe. Kalkan destnîşan dike ku faşîzm ji ber xwe ve naçe û dibêje, ''Şerê şoreşgerî li her qadê divê were geşkirin.''

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Dilzar Dîlok di nivîsa xwe de li ser pergala Imraliyê û berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan disekine, maenya Ocalan a ji bo jinan, gelê Kurd û mirovahiyê vedike.

Di rojnameyê de ji parastina ''Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Modernîteya Demokratîk'' ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beşek hatiye weşandin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî hegemonyaya netew-dewletî ku li ser çana civaka Rojhilata Navîn tê ferzkirin, diyar dike antîza teza Modernîteya Demokratîk civaka sincî û polîtîk e û dibêje, ''Serdema Rojhilata Navîn a Demokratîk, wê bibe qêrîna jiyana azad a dîroka nû û kêfxweşiya wê.''

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan di nivîsa xwe de analîza salekê ya pêngava, ''Dema Jina Azad û Parastina Civakê ye'' dike û perspektîfa sala duyan a pêngavê dinirxîne.

Endama Koordînasyona KJK'ê Pîroz Nûda jî di nivîsa xwe de diyar dike pergala zilamserwer ev 5 hezar sal in li ser înkara jinê tê avakirin.

Ji Fermandarên HPG'ê Emîn Zerban jî polîtîkayên dewleta Tirk ên qirkirin û dagirkirinê dinirxîne û balê dikişîne ser berwedana gerîlayan a li Zendûra, Avaşîn û Zapê. 

Bergê dawiyê yê rojnameyê ji bo Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê Yasîn Bulut (Şukru Serhed), ku 17'ê Îlonê li Silêmanî şehîd bûbû, hatiye veqetandin.