Hêzên Îranê kolberekî zarok birîndar kir
Hêzên dewleta Îranê li herêma Newsûd a eyaleta Kirmaşanê gule li kolberekî zarok ê 14 salî reşand.
Hêzên dewleta Îranê li herêma Newsûd a eyaleta Kirmaşanê gule li kolberekî zarok ê 14 salî reşand.
Li gorî nûçeya Kolbernewsê hêzên dewleta Îranê di 15’ê Adarê de bi şev li herêma Newsûdê gule li kolberan reşand. Newsûd li bakurê bajarê Paweyê li herêma Hewramanê ye.
Di êrîşa hêzên dewletê de zarokê bi navê Manî Habîbî (14) birîndar bû û zarok rakirin nexweşxaneya Paweyê. Hate diyarkirin tendirustiya zarok baş e.
Li gorî Kolbernewsê ji serê sala 2023’an û heta niha hêzên dewletê li herêmên cihê yên sînor herî kêm 3 zarok qetil kiriye.
Di sala 2022’an de jî 43 kolber hatin qetilkirin û 215 kolber jî birîndar bûn.