Hêzên Îranê di hefteyekê de, 24 kolber birîndar kirin
Li Rojhilatê Kurdistanê di encama êrîşên hêzên Îranê de, di hefteyekê de 24 kolber birîndar bûn.
Li Rojhilatê Kurdistanê di encama êrîşên hêzên Îranê de, di hefteyekê de 24 kolber birîndar bûn.
Kolbernews’ê di nûçeyek xwe de amara êrîşên rejîma Îranê yên li dijî kolberan belav kir. Li gor nûçeyê di hefteya borî de 24 kolber li devera sînorî ya Newsud a ser bi Kirmaşanê ji aliyê hêzên rejima Îranê ve hatine birîndarkirin.
Her wiha di nûçeyê de tê diyarkirin ku piraniya kolberên hatine birîndarkirin xelkê navçeya Ciwanru û Selasa Bawecanî ne.
Her wiha hat gotin di meha borî de 3 kolber li deverên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê di encama erîşên hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest dane û 27 kolber jî hatine birîndarkirin.