Ji bo 2’wemîn Kongreya Awerte ya BDP’ê ku dê li Salona Ahmet Taner Kişlali bê lidarxistin, bi hezaran kes ji her aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê ber bi Enqereyê ve herikîn. Di salona kongreyê de posterên Ocalan yên bi Kurdî û Tirkî li ser “Ji Ocalan re Azadî” nivîsandine hatin daliqandin. Gava ku Hevserokên BDP’ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş hatin salonê kongre dê dest pê bike.
Ji bo 2’wemîn Kongreya Awerte ya BDP’ê bi hezaran kes herikîn Enqereyê. Bi hezaran kesên ku ji her aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê bi otobûsan hatin li derdora Salona Sporê ya Ahmet Taner Kişlali civiyan û dikevin hundirê salonê.
Balkêş bû ku polîs di nûqteya lêgerînê de lêgerînek berfireh pêk tînin. Kesên ku hatine kongreyê li ber dirûşimên “Bijî Serok Apo” govend digerînin. Kesên ku ji bo kongreyê hatine bi kincên xwe yên Kurdî ve balê dikişînin ser xwe û li ber deriyê salonê dezgehên xwariê hatine danîn. di salana kongreyê de jî pankarên bi Kurdî, Erebî û Tirkî hene.
Li ser platforma di salonê de bi Kurdî û Tirkî pankarta “Em bi berxwedanê ber bi azadiyê ve dimeşin” hatiye daliqandin. Di salonê de pankartên wek; “Rêbertî Jiyan e, em dest ji jiyanê bernadin”, “Qirkirina jinê qirkirina civakê ye”, “Bila dawî li operasyonên siyasî û leşkerî bên”, “Xweseriya Demokratîk statuya me ye, hûn nikarin red bikin”, “Ji tecrîd û îşkenceya di girtîgehan de êdî bes e”, “Em têkoşîna azadiya jinê bilind bikin û xweseriya demokratîk bi azadiyê tacîdar bikin.”, “Kurdistana Xweser, Tirkieya Demokratîk, “Jin jiyan, Azadî”, “Qasidê Aşitiyê li Îmraliyê ye,” “Em şoreşa Rojava Silav dikin” “Em Dengê Berxwedanê yê li Zindana bilind dibe silav dikin û destekdikin”, “Em Komkujiya Roboskî ji Bîr nekir, ji Bîr nakin,” “Em ê têkoşîna yekitiay neteweyî xurt bikin” bi salonê ve hatin daliqandin. Di salonê de wêneyên 7 kesên di komkujiya Kortekê de jiyana xwe ji dest dan û wêneyên siyasetmedarên Kurd Cîhan Denîz û Husnu Albay yên ku di sala 2008 de di qezayek a trafîkê de jiyana xwe ji dest dan, wêneyek mezin ê Ocalan ku li ser bi Kurdî û Tirkî “Ji Ocalan re Azadî nivîsandiye.”
Di bernameya kongreyê de dê bi venêrîna navan û axaftina vekirinê, hilbijartina dîwanê, rêzgirtin, axaftina hevserokan, axaftina mêvanan, avakirina Komîsyona Biryaran, xwendina rapora xebatan, rûniştina ji bo wê û îbraya wê, xwendina rapora maliyeyê, hevdîtin û îbraya wê, pêşkêşkirina pêşniyarên ji bo biryaran, dengdan û hilbijartina hevserokan û dê bi endamên MP (meclîsa partiyê) bi dawî bibe. Her wiha dê di kongreyê de wergerên Kurdî û Înglîzî jî hebin.
JI BO KONGREYÊ EQEQEYEK MEZIN.
Zêdetirê 25 balyoz beşdarî kongreyê dibin. Li gel vana eleqeyek mezin ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji bo kongreyê heye. Di nav mîvanên kongreyê de nunerên hemû partiyên Kurdistanî cih digirin. Mîvanên ji Başûrê Kurdistanê: Serokê berê yê Parlementoya Herêma Kurdistanê Kemal Kerkukî, Berpirsê Polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar, Nunerê Enqere yê YNK’ê Behrûz Gelalî, ji Berpirsên Derve yên PDK’ê Ehmed Kanî û Hêmin Hewramî, Nunerê Enqereyê yê PDK’ê Salar Ebdulkerîm, Berpirsê Peywendiyên Derve û Berpirsê Sekreteriya Tevgera Goran Êvar Îbrahîm, Parlementera Goran a Parlementoya Herêma Kurdistanê Kwêstan Mihemed, Parlementerê Goran ê Parlementoya Iraqê Hewal Kwêstanî, Hevserokê Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê –PÇDK Diyar Xerîb, nunerên PÇDK’ê Azad Mahmud Qadir, Xelil Fereç, Çinûr Xerîb û Ebdullah Îsmaîl Ebdullah, Alîkarê Serokê Giştî yê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê Ehmed Silêman Ebdullah, Serokê Giştî yê Partiya Zehmetkêşan Belên Ebdullah, Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (LRN) û Berpisê Peywendiyên Derve yên Zehmetkêşan Hîwa Seyid Selîm, Alîkarê Serokê Giştî yê Yekgirtûy Îslamî ya Kurdistanê Seîd Elî Ebo, Endamê LRN ya Yekgirtûy Îslamî Ebûbekîr Elî Mihemed Emîn, Endamê Polîtburoya Partiya Komunîst a Kurdistanê Muhemed Şêxanî, ji Partiya Yekitiya Niştîmanî Demokrtîk a Kurdistanê (YNDK) Helo Hesen Seîd.
Ji Rojavayê Kurdistanê: Nunerê Desteya Bilind a Kurd (DBK) a Rojavayê Kurdistanê Xerîb Huso, Nunerê DBK’ê Îsa Huso, Federasyona Rêxistina Ne Hukmiyekanî Kurdistan (FRHK) Ednan Enwer Beg, Endamên Serokatiya FRHK Çîmen Heme Tekyeddîn, Berzan Heme Tekyeddîn Dana Cemal Ehmed, Soran Celal Xerenî, Îsmaîl Mihemed.
Her wiha ji Ewreopayê, ji parlementerên Ewropayê heta siyasetmedar, nunerên partî û rêxistinan beşdar dibin. Kesên ji Ewropayê beşdar dibin:
Parlementerê Partiya Çepgir a Alman û Endamê MPKE (Meclîsa Parlementerên Konseya Ewropayê) Andrej Hunko, Nunera Partiya Sosyal-Demokrat a Swêdê Bertil Kinnunen, Nunera Partiya Sosyal Demokrat û Ombudsman Evîn Çetîn, Parlementerê Partiya Çepgir a Swêdê Jacob Johnson, Parlementerê Partiya Demokrat a Sirbîstanê Konstantin Samofalov, Parlementerê Baskî yê Parlementoya Ewropayê Jon Inarritu, Sekreterê Desteya Rêveberiya Partiya Nû ya Qibrisê Mûrat Katanli, Serokê Qibrisa Yekbûyî Îzzet Îzcan, Sekreterê Rêxistina Partiya Qibrisa Yekbûyî Abdullah Kormazhan, Dîrektora Tirkiyeyê ya Weqfa Rosa Luxemburgê Kadriye Karci, Seroka Ciwanan a Partiya Sosyal-Demokrat a Swêdê Evîn Încîr.