Heyeta ji Başûr li Bakurê Sûriyeyê hevdîtin kir
Heyeta ji Başûrê Kurdistanê, bi hêzên siyasî yên li Bakurê Sûriyeyê re hevdîtin kir.
Heyeta ji Başûrê Kurdistanê, bi hêzên siyasî yên li Bakurê Sûriyeyê re hevdîtin kir.
Heyetên Çavdêriyê yên ji Bakur û Başûrê Kurdistanê hatin Bakurê Sûriyeyê, piştî çavdêriya li hilbijartina herêmî li navçeya Amûdê ya Qamişloyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li dû daxuyaniyê, heyeta ji Bakurê Kurdistanê vegeriya. Heyeta ji Başûrê Kurdistanê jî ji bo bi hin partiyên siyasî re hevdîtinan bike li herêmê ma.
Heyet bi nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS), Partiya Demokratîk a Paşverû ya Kurdî li Sûriyeyê, Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re rûnişt.
'DIVÊ TEVLÎ BIBIN
Di serdana Encûmena Niştimanî û Partiya Paşverû de heyetê sedema nebeşdarbûna wan di hilbijartinên federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê de pirsî. Her wiha di navbera her du aliyan de rewşa siyasî û nakokiyên di navbera van her du aliyan û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava de hatin nîqaşkirin.
Heyetê di serdana xwe de piştrast kir ku parlamenta herêma Başûrê Kurdistanê piştgiriya şoreşa Rojava û tecrûbeya rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku ev çend sal in tê meşandin dike û diyar kir ku divê hemû alî beşdarî sîstema federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê bibin.
NERAZÎBÛNA LI DIJÎ NÊZÎKATIYA ENKS'Ê
Li Buroya Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê heyeta parlamantê bi rayedarên Hevbendiyê re civiyan û serketina qonaxa duyemîn a hilbijartinên federaliyê li wan pîroz kir.
Her du aliyan rewşên siyasî û têliyên di navbera partî û rêxistinên Kurdî yên Rojava de nîqaş kirin. Heyetê xwest Hevbendî bi rola navbeynkar rabe.
Rêveberê Hevbendiyê Salih Gedo ji aliyê xwe ve amadebûna xwe ji bo bi rola navbeynkariyê rabe anî ziman, lê got ku "Encûmena Niştimanî ya Kurdî li aliyê dijberên doza Kurdî li Rojava ye û ev siyasetên encûmenê tenê dikevin xizmeta dijminên Kurdan."
'JI BO AVAKIRINÊ EM Ê PIŞTGIRIYÊ BIDIN'
Heyetê di dawiyê de serdana Buroya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a bajarê Qamişlo kir û ji aliyê serokê Partiyê Şahoz Hesen û rayedarên Partiyê ve hate pêşwazîkirin
Heyetê serketina hilbijartinên federaliyê li rayedaran pîroz kir û destnîşan kirin ku ev rê li ber peydakirina çareseriya aloziya Sûriyeyê vedike.
Her du aliyan rewşa siyasî ya dawî li herêmê gotûbêj kirin û rola Kurdan û pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê di rêveberiya qonaxa çareserkirina siyasî ya aloziya Sûriyeyê de bi rêya îlankirina sîstema federaliyê piştrastkirin ku mînaka herî guncaw ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye.
Endamên heyeta çavdêran her wiha diyar kirin ku ew ji tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pir kêfxweş in ji ber ku bi ser ketiye û sîstema federaliya demokratîk li Bakurê Sûriyeyê ava kiriye, her wiha gelekî pesna rola jinan di vê sîstemê de kirin.
Di dawiya serdanê de heyeta herêma Başûrê Kurdistanê alîkarî û piştgiriya parlamentê bi Rojava re dubare kir û da zanîn ku ew amade ne alîkariyê bi Rêveberiya Xweser û sîstema federal bikin.