Heyeta Îmraliyê ya Navneteweyî: Bila CPT bi erka xwe rabe

Heyeta Îmraliyê ya Navneteweyî, ji bo bala CPT bikişîne ser tecrîda li ser Ocalan nameyek şand. Di vê nameya vekirî de hat gotin, "CPT, bêyî destûrgirtinê dikare bi Ocalan re hevdîtinê bike, lewma em bang lê dikin, ku bi erka xwe rabe."

Heyeta Îmraliyê ya Navneteweyî, ku Essa Moosa, Prof. Karîane Westrheîm, Rahîp Joe Ryan û nivîskar-weşangera DYA'yî Janet Bîehl jî di nav de hene, ji bo balê bikişîne ser fikarên li ser jiyana Ocalan û redkirina serlêdanên hevdîtina bi Ocalan re, nameyek vekirî şand.

Nameya heyetê bi vî rengî ye: "Weke ku hûn jî dişopînin, li Tirkiyeyê di 15'ê Tîrmeha 2016'an de hewldaneke neserketî ya darbeya leşkerî pêk hat. Ji niha ve tê dîtin, ev hewldana darbeyê wê encamên girîng bi xwe re bîne.

Tayyîp Erdogan dema ku beriya niha bi salekê li dijî Kurdan şer sor kir û biryar da artêşê li nava bajarên Kurdan bide şerkirin, hingî hêza darbeyê jî xistibû nava tevgerê. Bajarên Kurdan hatin xerakirin û şewitandin, destnedana parlamenteran hat rakirin, hevşaredar hatin girtin, ji wezîfeyê hatin dûrxistin û li wan kirin ku nema karibin bixebitin. Li Kurdistanê, zext û pêkanînên ku di dema darbeyê de jî nehatiye dîtin, pêk hatin. Van polîtîkayên antî demokratîk û hovane yên AKP li Kurdistan û Tirkiyeyê dimeşîne, rê li ber hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê vekirin. Em dikarin vê yekê bi hêsanî bilêv bikin; Eger encamên hilbijartinê yên 7'ê Hezîrana 2016'an bihata pejirandin û pêvajoya çareseriyê bihata dewamkirin, hewldaneke bi vî rengî ya darbeyê nedibû. Neçareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîknekirina Tirkiyeyê timî ji darbeyan re bûne zemîn.

Hewldana darbeyê û bûyerên piştî wê diqewimin, di asteke krîtîk de ne. Erdogan mekanîzmaya dij-darbeyê xistiye dewrê. Di vê rewşa krîtîk de, rewşa Birêz Abdullah Ocalan cihê fikaran e. Ev fikar hem ji aliyê malbatê ve, hem jî ji aliyê gelê Kurd û raya giştî ve bi dengekî bilind tê bilêvkirin. Mixabin nêzîkatiya hikûmetê, ji vê rewşa nediyar û bi fikar re nikarin bibe bersiv.

Birêz Abdullah Ocalan di hevdîtinên bi parêzeran, heyetên dewletê û HDP'ê re timî qala 'hêza darbeyê' dikir û bal dikişand ser vê xeteriyê. Birêz Ocalan ê timî xeteriya darbeyê bilêv kir û haya xwe ji vê hebû, bêguman wê bibe hedefa vê hêza darbeyê. Hêzeke ku bombe li avahiya emniyetê, qesrê û meclîsê barand, xeterî heye ku zerarê bide Birêz Abdullah Ocalan.

Her çend hikûmetê agahî da be HDP'ê jî, ev têrker nîne. Divê destûr bê dayîn derhal parêzer û Heyeta HDP'ê biçe Îmraliyê. Civaka Kurd li bendê ye ku bi Îmraliyê re hevdîtin bê kirin. Mafên Ocalan ku bi mîlyonan mirovî ew weke vîna xwe qebûl kirine, tên talankirin. Ev yek bêhurmetiya li dijîm bi mîlyonan mirovî ye. Divê niha û derhal hevdîtin were kirin.

Tirkiye di pêvajoyeke girîng de ye û em bang li CPT a ku bêyî destûrgirtinê dikare bi Ocalan re hevdîtinê bike dikin, bi erka xwe rabe. CPT di çarçoveya berpirsyariya xwe de, ji bo fikaran ji holê rake divê derhal bikeve nava tevgerê.

Hem divê CPT bi xwe hevdîtinê bike, hem jî ji bo malbat û parêzerên Birêz Ocalan hevdîtinê bikin, bikeve nava tevgerê.

Raya giştî û em, li ser ewlekariya jiyana Birêz Ocalan bi fikar in û ev fikarên me jî mafdar in. Heta ku ev fikarên me ji holê neyên rakirin, em ê di daxwazên xwe de israr bikin. Di nava rewşeke awarte û krîtîk de, xemsariya CPT, fikarên gelê Kurd zêdetir dike. Ev fikarên me mafdar e, însanî ye û di cih de ye.

Ev fikarên me, bi hevdîtina rû bi rû ya bi Birêz Ocalan re dikarin ji holê rabin. Ji bo vê jî em ji we dixwazin ku derhal bikevin nava tevgerê."

Endamên Heyeta Îmraliyê yên mora xwe danîne binê nameyê:

Essa Moosa, Însiyatîfa Lihevanîn û Aştiyê ya Navneteweyî
Prof. Karîane Westrheîm Bergen, Profesora Zanîngehê, Hevseroka Komîsyona Sivîl a Yekîtiya Ewropa Tirkiyeyê
Rahîp Joe Ryan, Endamê Komîsyona Aştî û Edaletê
Thomas Jeff Mîley, Hîndekarê Zanîngeha Cambrîdge
Federîco Ventûrînî, Hîndekarê Zanîngeha Leedsê
Radha D’Soûza, Hîndekara Westmînsterê
Janet Bîehl, nivîskar-weşanger/DYA
Francesco Andrade Velasco, Wezîrê berê yê Çandê yê Ekvatorê
Andrej Hûnko, Endamê Parlamenta Elmanya
Dîmîtrî Roûssopoûlos, Hevdamezrînerê Enstîtuya Sosyal-Ekolojî
Eîrîk Eîglad, nivîskar û weşanger
Lûcena Gonzalez Edgar de Jesûs, Endamê Meclîsa Neteweyî ya Venezûela