Heyeta Îmraliyê: Heta ku tectîd bê rakirin em ê li nobedê bin
Heyeta Îmraliyê ya ku beşdarî Nobeda Azadiyê ya li Amedê ku bi boneya azadiya Ocalan û şikandin tecrîdê bibûn, diyar kirin ku nêzîkatiya li hember Ocalan nêzîkatiya li hember gelê Kurd e û heta ku tecrîd bidawî bibe wê li qadan bin.
ANF
AMED
şemî, 30 tîrmehê 2016, 21:42
Nobeda Azadiyê ya ku li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Amedê hatibû destpêkirin bê navber dewam dike. Çalakiya nobedê ya ku li Parka Koşûyolûyê destpêkirî di roja xwe ya 7. de ye û îro jî bi sedan kes beşdar bûn, ‘Azadiya Ocalan’ qîr kirin. Endamên Heyeta Îmraliyê Parlementerê HDP’ê Sirri Sureya Onder û Îdrîs Balûken jî di nan de, Perlementera HDP’ê Feleknas Ûca,Bavê Rozerîn Çûkûr Mûstefa Çûkûr, rêveberên HDP û DBP’ê yên navçeû bajaran jî beşdar bûn.
Li ser navê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureya Onder axivî û wiha got: “Zilma ku di vê sala herî dawî de hate jiyîn bi hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê li tevahî welat hate dîtin. Di hevdîtinê ku bi Ocalan re me hewldanê vê darbeyê îşaret kiribûn. Nirxandinên Birêz Ocalan li gorî pêwîst nehatin nirxandin. Peyama ku ji vê bê derxistin demokrasiye. Di vê rêyê de pêvajoya ku Birêz Ocalan dayî destpêkirin divê baş bê nirxandin.”
‘AŞTÎ Û DEMOKRASÎ DI DESTÊ ME DE YE’
Onder diyar kir ku encamên greva birçîbûnê ya beriya 3 salan mercên tecrîda girankirî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate rakirin, niha jî însyatîfa ku gel pê rabûyî, ji bo rakirina tecrîdê têkoşînek nû didin destpêkirin û meşandin. Onder wiha pê de çû: “Em rêz ji biryara ku gel girtî re digirin, spasiya wan dikin. Bi beşdariya mîtînga xwe ya sibehê, em ê demokrasî û aştiyê pêk bînin. Bi vê boneyê bang li hemû gelê amade dikin ji bo berşdarbûnekî bi hêz bikevin nava seferberiyekî xûrt . Aştî û demokrasî di destê me de ye, vê qet ji bîr nekin.”
BALÛKEN: OCALAN JI BO KU DARBE PÊK NEYÊ TEDBÎRÊN XWE PÊŞKÊŞ KIRIBÛ
Piştre jî Hevserokê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken axivî û diyarkir ku heyeta Îmraliyê peyamên pêwîst raxistiye ber çavan, di nava pêvajoya 2 sal û nîvan de ji bo ku darbe pêk neyê Ocalan hemû tedbîrê pêwîst pêşkêşî hikûmetê kir. Balûken wiha axivî: “Birêz Ocalan bûyerên ku biqewimin pêşwet dît û nixand. Bûyerên ku li Şengal, Kobanê û Rojava hatin jiyîn ji berê de dît û nirxand. Ji bo pêknehatina mekanîzmayên darbeyê pêngavên çawe bên avêtin nêrînên xwe derxisti holê û parvekir. Pêkneanîna pêşniyarên Birêz Ocalan belkî ji bo Şengal û Rojava ne mumkune, lê ji bo hewldana darbeyê mumkun e.”
‘DIVÊ DEV TECÎRDÊ BI DAWÎ BIKIN, LI PÊVAJOYA AŞTIYÊ VEGERIN’
Balûken desnîşan kir ku pêvajoya 28’ê Sibatê ne pêvajoyekî normal bû, dîroka 28’ê Sibatê mutabakatekî bi deh xalan hatibû pejirandin ji gelan re hete eşkerekirin. Balûken wiha anî ziman: “Yên ku girîngiya vê pêvajoyên nezanîn û nenirxandin dawî li pêvajoyê anîn. Bi vê hişmendiyê mekanîzmaya darbeyê xistin dewreyê. Demokrasiya ku bi perspektîfên Birêz Ocalan biketiba meryetê hate hebakirin û ber avêde çû. Ji 5’ê Nîsanê ve ji Birêz Ocalan ê ku pêşniyarên xwe pêşkêş kirin, tecrîdekî girankirî tê meşandin. Di vê rewşê de li şûna ku pêşiya Birêz Ocalan ê ku ji berê de mekanîzmeya darbeyê dîtibû û hişyarî kiribûn rakin, girantir kirin. Dewlet wê girîngiya peyamên me ên bi bi fermi ketine qeydên wan bizanibe. Divê şert û mercên azadî û wekheviyê ya Ocalan vegerîni pêvajoya çareseriyê ya destpêkê. Divê demildest dawî li pêkanînê tecrîda girankirî bînin, vegerin pêvajoya çareseriyê.”
‘HETA KU TECRÎD NEYÊ RAKIRIN DIVÊ GEL XWEDÎ LI NOBETÊ DERKEVIN’
Balûkan da zanîn ku bi vîna gelê Kurd dixwazin vîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tesfiye bikin, dixwazin ji aliyê hikûmetê ve plana şikandinê pêk bînin. Herî dawî Balûken wiha pê de çû: “Îro der ket holê ku hemû planên we li Sûr, Gever, Nisêbîn , Şirnex û Minbicê hatin şikandin. Ji bo aştiya herêmê hevrûbûnekî bi cesaret divê AKP û Erdogan bixîne rojevê. Nêzîkatiya li hember Birêz Ocalan tê wateya li hember gelê Kurd. Nêzîkatiyên Birêz Ocalan ê ku li dijî vê tecrîdê ji bo me girîng e. Rexnedayîna me şikandina vê tecrîda li ser Birêz Ocalan û asayîkirin şert û mercên wî ne. Ji bo şikandina tecrîdê bang li hemû gelan dikin ku xwedî li nobedê derkevin û beşdarî çalakiyên nobedê bibin.”