Heyeta HDP'ê wê piştî 30'ê Mijdarê bi desteyê re rûne
Heyeta HDP'ê wê piştî 30'ê Mijdarê bi desteyê re rûne
Heyeta HDP'ê wê piştî 30'ê Mijdarê bi desteyê re rûne
Hevdîtina Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê ku dihat payîn îro bi Desteya Pêvajoya Çareseriyê re bike, ji bo 30'ê Mijdarê hat taloqkirin. Endamê heyetê Balûken jî ji bo bi rêveberên KCK'ê re hevdîtinê bike, li Qendîlê ye.
Heyeta Îmraliyê ya ji Cîgirên Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder pêk tê, dihat payîn ku îro bi Desteya Pêvajoya Çareseriyê ya ku hikûmetê diyar kiriye re hevdîtinê bikin, lê belê hevdîtin ji bo 30'ê Mijdarê hat taloqkirin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, ji ber bernameya endamê heyetê Onder a li Stenbolê, hevdîtin wê îro û sibê pêk neyê.
Cîgira Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan diyar kir ku gengaz e hevdîtin piştî 30'ê Mijdarê pêk were.
Desteya Çareseriyê ya hikûmetê ava kiriye, ji Serokwezîr Ahmet Davûtoglû, Alîkarên Serokwezîr Yalçin Akdogan, Nûman Kûrtûlmûş û Bulent Arinç, Wezîrên Edalet, Karên Derve, Karên Hundir û Parastinê, MÎT û musteşarên Ewlekariya Cemaweriyê û Serokwezaretiyê pêk tên.
Di vê navberê de beriya hevdîtina 30'ê Mijdarê ya li Îmraliyê, Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken çû Qendîlê. Balûken wê bi rêveberên KCK'ê re li ser rewşa dawî hevdîtinê bike.
Heyetê herî dawî di 21'ê Cotmehê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû.