Heyeta Danîmarka ya çû Rojava çavdêriyên xwe parve kir

Heyeta Danîmarka ya çû Rojava çavdêriyên xwe parve kir

Heyeta Danîmarkî ya di 16-21'ê Mijdarê de Rojavayê Kurdistanê ziyaret kir, çavdêriyên xwe parve kir. Endamên heyetê dan xuyakirin, ku Tirkiye hînê alîkariyê dide DAIŞ'ê. Heyetê li Başûrê Kurdistanê jî hin rêze hevdîtin pêk anî.

Heyetek Danîmarkî ya ji endamên Partiya Koalîsyona Sor-Kesk a Danîmarkî Enhedslisten û nûnerên PYD'ê yên Danîmarkayê, di navbera 16-21'ê Mijdarê de Rojavayê Kurdistanê ziyaret kir. Heyetê bi civînên gel çavdêriyên xwe parve kir.

TIRKIYE HÎNÊ ALÎKARIYÊ DIDE DAIŞ'Ê

Endamên heybetê, li gel berxwedana li Rojava bal kişandin ser alîkariya lezgîn a însanî û leşkerî û destnîşan kirin ku bi serkêşiya Tirkiyeyê welatên mîna Erebîstana Siûdî, Qatar û Urdun hînê hevkariyê bi DAIŞ'ê re dikin.

Sekretera Partiya Enhedslisten Eva Flyvholm, mercên zivistanê bibîr xist û anî ziman ku her roj li kampên li Rojava û Başûrê Kurdistanê pêwîstiya bi alîkariya însanî û lojîstîkî zêde dibe.

DIVÊ KONGREYA NETEWEYÎ BÊ LIDARXISTIN

Heyeta ku berî derbasî Rojava bibe bi rêveberiya Başûrê Kurdistanê re hin rêze hevdîtin kir, ji bilî partiya hikûmetê PDK, bi partiyên din ên Başûrê Kurdistanê bi YNK û Tevgera Goran re rûnişt. Heyeta Danîmarkî ya bi nûnerên KNK'ê re jî hevdîtin kir, destnîşan kir ku wan tespît kirine hikûmeta navendî ya Iraqê, li hemberî rêveberiya herêmî ya Kurdistanê polîtîkayeke cihêkariyê meşandiye.

Heyeta Danîmarkî ragihand ku di hevdîtinan de, PDK jî di nav de hemû partî dixwazin Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê demek ji ya din zûtir bicive.

Parlamenter Nîkoloj Vîllûmsen da xuyakirin, ku her çend dema vê kongreyê ne diyar be jî, ev nêrîna hevgirtî hêviyê diafirîne.

Di nava heyeta Danîmarkî de endamên berê yên Parlamenta Ewropayê Søren Søndergaard, parlamenterê Enhedslisten Nikolaj Villumsen, Sekretera Partiyê ya Navneteweyî ya Enhedslisten Eva Flyvholm, Endamê Meclîsa Şaredariya Kopenhagenê Allan Ahmad û Nûnerê PYD'ê yê Danîmarkayê Saiar Dêrikî û Îbîş Taş cih girtin.