Heyeta BDP'ê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket

Heyeta BDP'ê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket

Hevserokê BDP'ê Selahedîn Demîrtaş û Wekîla Koma BDP'ê Pervîn Buldan ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêkbînin ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ketin.

Hevserokê BDP'ê Selahedîn Demîrtaş û Wekîla Koma BDP'ê Pervîn Buldan ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêkbînin ji Stenbolê, ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ketin. Nayê zanîn ku ka heyet piştî vegera giravê dê daxuyaniyek bide an na.

Heyeta BDP'ê herî dawî di 24'ê Hezîranê de çûbû Girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinek pêkanîbû.