Heyeta aştiyê: Em ê destûrê nedin ku Kurdistan careke din were dagirkirin
Endamên heyeta aştiyê yên ku xwestin ji Elmanyayê biçin Başûrê Kurdistanê û Elmanyayê ew asteng kirin nerazîbûn nîşanî vê rewşê dan.
Endamên heyeta aştiyê yên ku xwestin ji Elmanyayê biçin Başûrê Kurdistanê û Elmanyayê ew asteng kirin nerazîbûn nîşanî vê rewşê dan.
Ji bo şerê di navbera Kurdan de asteng bikin û diyalogê ava bikin vê sibehê heyeta aştiyê xwest ji Dusseldorfê ya ku bajarê Elmanyayê ye biçin Hewlêrê. Heyet li vir hatibû astengkirin. Siyasetmedar Abdullah Demîrbaş û Parlementera Eyaleta Hambûrgê ya Partiya Çep Cansû Ozdemîr nerazîbûn nîşanî rewşê dan.
Siyasetmedarê Kurd Abdullah Demîrbaş diyar kir ku ew vê helwesta Elmanyayê şermezar dikin. Demîrbaş got “Armanca heyeta aştiyê ev e ku beriya nakokiyên di navbera hêzên Kurdistanê zêdetir bibe, ew dixwazin nakokiyan bi diyalogê çareser bikin.”
Demîrbaş diyar kir ku armanca wan ev e ku nakokî kûr nebe û ew dixwazin hin hevdîtinan bikin. Demîrbaş got “Hêzên ku çûna me asteng dikin, dixwazin ku Kurd di sedsala 21’an de bêstatu bimînin û careke din axa Kurdistanê were dagirkirin.”
Demîrbaş bal kişand ser vî tiştî ku çiqasî werin astengkirin jî ew ê hewldana xwe bidomînin û got “Em careke din bang li rêzdar Mesûd Barzanî, Serokkomarê Iraqê Behram Salih, hemû hêzên Kurdan, mirovên aqilmend û partiyan dikim ku bila pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin.”
OZDEMÎR: ELMANYA NAXWAZE XISAR BIGIHÊJE BAZIRGANIYA WAN A ÇEKAN
Parlementera Eyaleta Hambûrgê ya Partiya Çep Cansû Ozdemîr jî diyar kir wan dixwest bi gelê sivîl re rûnên û bal kişand ser vî tiştî ku êrîşên li ser Kampa Mexmûrê tê wateya şerê li dijî sivîlan.
Ozdemîr got “Yek ji armanca vî şerî tunekirina gelê Kurd e” û diyar kir ku armanca heyeta aştiyê ev bû ku li Başûrê Kurdistanê diyalogekeke xurt ava bikin.
Ozdemîr li ser astengkirina heyetê ya li balefirgehê jî got “Ev jî îspata şênber e ku hikumeta Elmanyayê naxwaze li Kurdistanê aştî pêk were. Dixwaze şer girantir bibe û xisar negihêje bazirganiya wan a çekan a bi Tirkiyeyê re.”