Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê ya li Marmarayê: Tecrîd sûc e
Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê ya li Marmarayê li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyaniyek da û diyar kir ku domandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûc e.
Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê ya li Marmarayê li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyaniyek da û diyar kir ku domandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûc e.
Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê ya li Marmarayê ji bo balê bikşînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê ya ku 229 roj in li girtîgehan didome, li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de pankarta ‘Em jiyanê diparêzin, dawî li tecrîdê bînin’ hate vekirin. Hevseroka HDP’a Stenbolê Elîf Bûlût, parlementera HDP’ê Zuleyha Gulum, rêveberên HDK’ê, nûnerên saziyên sivîl û xizmên girtiyan tevlî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de Umît Efe diyar kir ku rayedar ji bo rakirina tecrîdê û binpêkirinên mafên mirovan tu gavan neavêjin û got “Tecrîd êşkenceyek e û êşkence him di hiqûqa navneteweyî de û him jî di hiqûqa navxweyî de wekî sûcekî li dijî mirovayetiyê ye. Desthilatdarî li gorî makeqanûnê û peymanên navneteweyî tevnagere û li girtîgeha girava Îmraliyê li ser Abdullah Ocalan û girtiyên din tecrîd dike û nahêle ku ew bi malbat û parêzerên xwe re rûnên.
Bi şewbê re tecrîd li hemû girtîgehan zêde bûye. Mekanîzmayên hiqûqî yên li pêşiya girtiyan hatiye girtin û ji ber vê jî neçar mane dest bi grevên birçîbûnê bikin.
Em bang li desthilatdariyê dikin ku di grevên birçîbûnê de hê seqetî û mirin pêk nehatiye, divê tecrîd û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan were bidawîkirin.
Parêzer Veysî Eskî jî diyar kir ku bi şewbê re tecrîd li hemû girtîgehan belav bûye û bang li rayedaran kirin ku bila vê pirsgirêkê çareser bikin.