Heyeta Îmraliyê bi Alî Babacan re hevdîtin kir
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Serokê Giştî yê DEVA'yê Alî Babacan re hevdîtin kir.
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Serokê Giştî yê DEVA'yê Alî Babacan re hevdîtin kir.
Endamên Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol bi Serokê Giştî yê Partiya DEVA'yê Alî Babacan re li navenda giştî ya partiyê saet di 11:00 de hevdîtin kirin.
Heyeta Îmraliyê piştre derbasî Meclîsê bû ji bo hevdîtinê bi Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî re hevdîtinê bike. Heyet wê saet di 14:00 de bi Bahçelî re rûnê.