Piştî civîna HDP'ê ya 15'ê Adarê, partiyên Tifaqa Ked û Azadiyê li hev kom bûn.
Rojeva civînê jî Hilbijartinên Serokkomarî û Giştî yên li Tirkiyeyê ye.
HDP'ê biryara Desteya Rêveber a Navendî danî ser maseyê ku dixwaze bi 'lîsteyekê tevlî hilbijartinê bibe.'
Lê belê Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Kedê (EMEP) pêşniyara xwe dubare kirin ku bi lîsteyên xwe tevlî hilbijartinê bibin.
Navber ji civînê re hate dayin û Hevserokên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar wê bi Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş û Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz re hevdîtinê bikin.