Hevserokên HDP’ê hatin binçavkirin

 Hevserokên HDP’ê yê Manîsayê Behçet Parilti û Gûler Onaldi hatin binçavkirin.

Hevserokên HDP’ê yê Manîsayê Behçet Parilti û Gûler Onaldi, ji ber lêpirsînekî di derbarê wan de hatin binçavkirin

Parilti û Onaldi yên ku ji bo beşdarî Kongreya Asayî ya Rêxistina HDP’ê ya bajarê Manîsayê bibin hatibûn salona konferansê, li vir ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

LI ÎZMÎRÊ 3 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li Îzmîrê ji ber parvekirinên li ser torên civakî 3 kes hatin binçavkirin.