Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslîm ku di heman demê de endamê Desteya Bilind a Kurdan e, ji bo hin serdanan hatiye Ewropayê. Salih Muslîm ji bo hin serdanan û hevdîtinan çend roje li Oslo ye û li wir ji aliyê gelê kurd, sazî û partiyên Norvecî ve hate pêşwazîkirin.
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim êvara çarşemê li Komeleya Çanda Kurdistan a Osloyê , di civînek a gel de axivî û sedem û encamên Bihara Ereban a li Rojhilata Navîn nirxand. Muslim der barê pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê de jî hinek agahî da Kurdistaniyan.
Muslîm da zanîn ku gelê Kurd jî parçeyek ji şoreşa Sûriyeyê ye û diyar kir ku berdêla wê çi be jî, gelê Kurd dê mafên xwe bi dest bixe.
Salih Muslim di dawiyê da ragihand ku pêwîstiya Kurdên Rojava bi Kurdên li parçeyên din ên Kurdistanê dijîn hene û bang li gelê Kurd kir ku ji bo hemû alternatîfên din ên mudaxeleyê amade bin. Muslîm herwisa bala gel kişande ser Şêwra Neteweyî ya di Konferansa 13’ê cotmehê de li paytexta Franse Parîsê hatî darxistin û daxwaz kir ku hemû kurd li Desteya Bilind a Kurd xwedî derkevin.
Di dawiya civînê da gelek pirs û nirxandinên cuda yên beşdaran, ku gelek ji wan nuner û endamên partiyên din yên Kurdistanî bûn pêk hat.