Hêviya dawî ya AKP’ê: SÎHA

Dewleta Tirk ku li pêşberî gerîla bi teknîka pêşketî ya mîna helîkoptêrên Kobra, tang, balafirên şer, fûzeyê ti encam bi dest ve neanî vê carê jî hêviya xwe bi SÎHA’yan ve girê da.

Hikûmetên ku li pêş Gerîlayên Azadiya Kurdistanê xwestin neserketina artêşa Tirk telafî bikin  plan kirin ku bi çekên teknolojîk ên bi milyonan dolar encamê bigirin. Niha jî ji bo ku moralê bidin leşkerên ku nikarin li pêşberî gerîla şer bikin AKP’ê hemû hêviya xwe bi Amûrên Hewayî yên Bêmirov (SÎHA) ve girêdaye.

Ji 1984’an ve li Kurdistanê şerekî giran heye. Li dijî êrîşên îmha û înkarê yên dewleta Tirk  Gerîlayên Azadiya Kurdistanê têkoşîna berxwedanê didin. Dewleta Tirk ji bo ku gerîla tine bike di vî şerî de her cure teknolojî bi kar anî. Çekên teknolojîk ên ku her demê hatin bikaranîn bûne hêvî ji dewleta Tirk û artêşa wê re, lê gerîlayên Kurdistanê bi tecrûbeya şer her carê ev teknolojiya şer pûç kir. Artêşa Tirk a ku bi sonda ku gerîlayan biqedîne dest bi operasyonan kirî, li Serhed, Botan, Zagros, Amedê û li gelek deverê dî bi derbên giran ên ku ji gerîla xwarî şikest.

BI HELÎKOPTÊRÊN KOBRA ŞERÊ TAYBET

1991-1992’an, zivistanî Serokwezîr Silêman Demîrel bû û dewleta TC’ê cara pêşî bû ku helîkoptêrên bi tîpa Kobra standibûn. Dewleta Tirk zivistana heman salê êrîşên giran bi ser Besta, Botan, Çirav, Amedê û gelek devên dî bû ku gerîla lê bi cih bûn. Di êrîşa helîkoptêran de gerîla hin windahî dan. Rayedarên dewletê wê demê digotin gerîla pir windahî dane û bi gotinên, ‘’Êdî PKK qediya! Me Kobra standin, Kobra bi ser wan de diçin,yek bi yek li wan dixin û kesek nema dikare xwe tev bilivîze. Êdî efsaneya PKK’ê qediyaye’ û şerê taybet dikirin.

Ji 1991’ê ta bi 93’an dewleta TC’ê bi van propagandayan dixwestin moralê bidin hêza xwe ya leşkerî her wiha hêza wê li ber çavê civakê mezin bikin. Gerîla, wê demê, li gel şertên giran ê zivistanê jî, li dijî teknolojiya nû ya TC’ê tevdîrên pratîk wergirtin, di şêwaza tevgera xwe de guherîn pêk anî û teknolojiya bi milyonan dolar pûç kirin.

TANGÊN ELMAN ÊN BI LAZERÊ 

1995’an li ser tankên Leopard ku ji Elmanya hatibûn standin kamerayên termal hatibûn danîn. Ev tang li ser girên serdest dihatin danîn û li deverên ku gerîla jê derbas ddibûn û bi van tangan dixwestin derbê li gerîlayan bixin.Li dijî vê teknolojiya nû jî gerîla di demeke nêz de tevdîrên nû standibûn û dîsa xeyalên serketinê yên dewleta TC’ê li ber avê çûbûn.

LI MEYDANA ŞER KAR CUDA DIMEŞE

Çawa ku niha Erdogan pesnê SÎHA’yên xwe li her deverê dide wê demê jî Tansû Çîller pesnê Kobra û tangên xwe dida. Digot bi teknolojiya nû ya wê demê ew ê gerîla biqedîne û civak bi vê qanih dikir. Lê li  meydana şer kar cuda ye. Berevajî ya ku rayedarên dewleta Tirk dibêjin di qada şer de gerîla dîsa serweriya xwe danî. 

TC YA KU NEÇAR MAYÎ XWE AVÊTE BER LINGÊ NATO

Dema ku dewleta TC’ê neçar ma dîsa xwe avête ber lingê dewletên NATO’yê û got, ‘’Li dijî PKK’ê em neçar in, PKK hewl dide li Rojhilata Navîn pêngaveke nû ava bike, divê endamên NATO’yê alîkariyê bi me bikin’ û bi van gotinan li pêşberî gerîla neçariya xwe nîşan dabû. Endamên NATO daxwazên siyasî, leşker û teknîk yên TC’ê di ber çav re derbas kirin û e welatên ku tevgera gerîla ji xwe re rîsk didîtin bi mebesta ku gerîla tasfiye bikin û têkoşîna azadiyê nebe malê dîrokê Cotmeha 1998’an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclan Komploya Navnetewî li dar xistin û 15’ê Sibata 1999’an bi rengekî koployî Abdullah Ocalan hate êsîrkirin û radestî dewleta TC’ê hate kirin.

PÊNGAVA 1’Ê HEZÎRANÊ YA GERÎLA

Dewleta TC’ê hesab kiribû ku êdî tevgera gerîla wê bi temamî biqede û ketibû serxweşiya serketinê.  Gerîlayan 1’ê Hezîrana 2004’an şer geştirkirin, li pêşberî gerîlayên ku pêngaveke nû anîn artêş û rayedarên dewletê şaş man û hesabên wan ên şikandina gerîla pûç bûbûn.

Gerîlayên ku pêvajoyeke nû ya pêngavê dane destpêkirin 2007’an li Oremarê Tabûra Komandor dorpêç kirin û li Şirnexê çalakiyên mezin kirin. Di van çalakiyan de artêşa Tirk derbên giran xwarin û gelek leşker jî ji hêla gerîlayan ve hatine êsîrkirin.

DEMA ÎHA’YAN

Hikûmeta Erdogan ku li pêşberî gerîla neçar mayî 5’ê Mijdara 2007’an bi şandeyek mezin bi pêşengiya Erdogan çûbû DYA’yê. Şandeya dewleta TC’ê ji DYA’yê xwestibû ku destûrê bidine wan ku li dijî gerîlayan biçine Başûrê Kurdistanê. Lê Serokê wê demê yê DYA’yê George Bûsh gotibû pêdivî bi operasyoneke leşkerî nîn e, ew ê teknolojiya keşkerî bidine wan û ji bo ku PKK’ê pê biqedînini wê ji wan re alîkar be.

DYA’ê wê demê amûrê hewayî yên bêmirov dabûne dewleta TC’ê û artêş jî di vê mijarê de perwerde kiribû. Heta wê demê li Rojhilata Navîn ev teknolojî ji bilî Israîlê di destê ti welatî de nebû. Ev teknolojî Amûrên Hewayî yên Bêmirov (ÎHA) bûn. ÎHA’yan wê ji hewayê keşf bikirana, koordînat diyar bikirana û balafirên şer ê li niqteyên ku hatine diyarkirin bixistina. Heta wê demê li dinyayê ev teknolojî tenê di destê 6 dewletan de hebû, dabûne dewleta Tirk jî û pê armanc kiribûn tevgera gerîla tasfiye bikin.

OPERASYONA ZAPÊ JI BO ARTÊŞÊ PIR GIRAN BÛ

Sererkanê Tirk ê wê demê Yaşar Buyukanit gotibû, ‘’Êdî PKK wê biqede!  Hemû deverên ku PKK lê bi cih bûne ji bo me weke malên BBG (Çavê Hinan li Ser me ne) ne. BBG wê demê bernameke pêşbaziyê bû ku di televizyonên Tirkan de dihate weşandin. Ango digot li van malan kes nikare xwe veşêre, tevgera her kesî xuya dibe. Buyukanit digot, ‘’Qendîl, Behdînan êdî ji bo me wiha ye. Êdî PKK qediya, dawiya wê hat.’’

Hikûmet û artêş yên ku bawerî bi van propagandayên xwe anîn, bi vê xwestekê Sibata 2008’an li dijî qada Zapê operasyone dersînor pêk anîn. Artêşa ku dixwest bikeve Zapê û encamekê bistîne, li rasta berxwedaniyeke mezin a gerîla hatibû. Li gel şertên giran û araziya asê jî, li dijî artêşa ku ÎHA bi kar dianî, li vir ji gerîlayan şikestineke mezin xwar. Têkçûna li Zapê otorîteya artêşê şikandibû û êd îtiştekî ku hikûmet di siyasetê bi kar bîne jî nemabû. Artêşê û rayedarên dewletê fêhm kiribûn ku her tişt ne teknolojî ye , vîna însên û baweriya însên dikare çi bike ji hêla hemû rayedarên dewletê ve careke dî hatibû dîtin.

NIHA JÎ SÎHA

Vê sala dawî artêşa TC’ê ya ku çek monteyî ÎHA’yan kirin propagandayê dikin û dibêjin, ‘’Êdî me SÎHA (Amûra Bi Çek a Hewayî ) çêkirine, SÎHA fersendê bi dest PKK’ê ve nayîne ku çalakiyan bike, nikarin ji cihê xwe derkevin’. Ev propaganda salên 1991, 1993 û 2007’an bi bîra mirov tînin. Wan deman jî wiha hatibû gotin. Ev salek e van çekan bi kar tînin, di vê salê de çi bû?

SOYLU TAM XWE QANIH KIRIYE

Dema ku mirov li vê sala dawî dinere berxwedaniya gerîla kêm nebûye, gerîla li dijî teknîka nû tevdîrên nû anîne û di nav vê çarçoweyê de encameke ku dewleta TC’ê difikirî çênebûye. Wezîrekî Karê Navxweyî yê AKP’ê Suleyman Soylu gotibû, ‘’Heta Nîsana 2017’an êdî kesek wê navê PKK’ê bi kar nayîne, ji ber ku PKK wê qediyabe.’’ Ango li gor van gotinan diviya PKK ji mêj ve biqediya û tasfiye bibûya.

Lê rayedarê hikûmetê ku ji fermandarekî weke Yaşar Buyukanit ê ‘bi tecrûbe’ ders nestandî ne carekê gelek caran ev gotin dubar kir. Tam bi xwe dabû bawerkirin ku bi SÎHA’yan wê gerîla biqedînin. Lê ne ev gotin, rayedarekî dî yê dewletê yê ku hinekî ders girtî gotibû, ‘Li dijî PKK’ê heta 20’ê Mijdarê operasyonên me wê bidomin, lê ew jî dibe ku carinan hin çalakiyan bikin.’’

TEKNOLIJIYA BI MILYONAN DOLAR KU HATIYE PÛÇKIRIN

Em her roj li berxwedaniya gerîlayan a li dijî van teknolojiyan temaşe dikin. Çawa ku 1991, 1993 û 2007’an gerîla li dijî her cure teknolojiyê di şêwaza tevgera xwe de û di taktîka şer de guherîn kiribe, bi heman rengî li dijî her teknolojiya nû jî bi guhartina tevgera xwe, teknolojiya leşkerî ya bi milyonan dolar pûç dike.

Artêşa TC’ê ji havîna 2016’a nve li dijî gerîlayan SÎHA’yan bi kar tîne. Dema ku mirov li şerê vê sala dawî û li çalakiyên gerîla dinere mirov dikare li tevdîrên gerîla yên li dijî  SÎHA’yan binere ku ev SÎHA li ber çavan gelek mezin kirin û kirin malzemeya şerê taybet. Ji bo ku mirov bibîne ku gotinên, êdî wê nikaribin çalakiyan bikin, wê nikaribin ji cihê xwe derkevin mirov tenê li windahiyên vê meha dawî ya artêşê binere bes e.

Weke hemû hikûmetên li ser desthilatdariyê hikûmeta AKP’ê jî ji bo ku xwe li ser piyan bigire li dijî gerîla bi anîna teknolojiyên nû yên leşkerî  propadandayên tasfiyeyê kirin, tim hewl dide ku vê di rojevê de bihêle.

Dewleta Tirk ku bi salan e teknolojiya leşkerî bi kar tîne, dev jê biqerin ku gerîla tasfiye bike, her roj derbên giran dixwe. Wiha xuya dike teknolojiya leşkerî ya ku wê vê carê jî bistînin wê nikaribe dewleta Tirk xilas bike.