Hevdîtinên HDP’ê yên li Swîsreyê didomin

Şandeya HDP’ê hevdîtinên xwe yên li Swîsreyê didomîne. Di hevdîtinên şandeyê ya bi siyasetmedaran de bal hat kişandin li ser girîngiya hevkariyê.

Şandeya ku ji hevserokên HDP’ê Feleknas Ûca û Tulay Hatîmogûllari, Parlementerê Êlihê Nejdet Îpekyuz û Nûnerê Ewropayê Devrîş Çîmen pêk tê, hevdîtinên xwe yên li Swîsreyê ku 30’ê Mijdarê çûbûn wê derê didomînin.

Şandeya ku di çarçoveya bernameyê de li Navenda Çanda Kurd a Zurîhê hat lidarxistin, bi hevserokên Alternatîfa Bihêz a Baselê (BastA) Sîna Deîss û Mîrîam Wîeteska-Zîmmerlî re û Sekretera Giştî ya BastA Franzsîka Stîer re hevdîtin kir. Heyetê her wiha bi Seroka Giştî ya Partiya Çep a Komarî ya Katalonyayê Marta Rovîra ku yek ji siyasetmedarên Katalan ên sirgûnkirî ye re jî hevdîtin kir.

Heyet çû serdana Irene Kalin a ku nû ji bo Seroka Meclîsa Federal a Swîsreyê hat hilbijartin û li Meclîsa Federal bi Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) re civînek berfireh pêk anî. Şandeyê her wiha bi şandeya SP'ê re ku pêk hatibû ji Berdevkê Têkiliyên Derve yê SP'ê Fabîan Molîna, Hevseroka Giştî ya SP'ê Rebekka Wyler, Wekîlê Federal ê SP'ê Mustafa Atici, Sekreterê Komîsyona Karên Derve yê SP'ê Sandro Lînîger, Parlamenterê Federalî û Berdevkê Koma Dostaniya Kurdan a Parlamenta Swîsreyê Carlo Sommarûga hevdîtin pêk anîn. Li ser xurtkirina hevkariyê di navbera her du partiyan de lihevkirinek hat kirin.

HEVDÎTIN WÊ BERDEWAM BIKIN

Şandeya HDP'ê piştî hevdîtina bi Hevserokê Partiya Karkeran a Swîsreyê Alexander Enîlîne û şandeya pê re, bi şandeya parlementoyê ya ku di nav de Serokê Partiya Keskan a Swîsreyê Balthasar Glettlî, Parlamentera Federalî Sîbel Aslan û Parlamenterê Kantona Bernê Haşîm Sancar jî hebû re hevdîtin kir. Her wiha şande ku bi rêveberiya Pira Biratiyê ya Zurîh-Amedê, parlementerên partiyên cuda û nûnerên saziyên sivîl re hat cem hev, wê îro jî bi nûnerên Projeya Şaredariya Xwişk û Bira ya Basel-Wanê ya ku bi însiyatîfa Hevserokên Şaredariya Wanê hatî avakirin, endamên Meclîsa Kantona Baselê û nûnerên saziyên sivîl werin ba hev û bernameya xwe ya Swîsreyê temam bikin.