'Heta ku şîn biqede em ê li ber Gar a Enqereyê bin'

Ji Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê Îhsan Seylan got, heta ku pêvajo asayî bibe, yên divê bên cezakirin werin cezakirin, heta ku şîna dayikên reş girêdane biqede ew ê li ber Gar a Enqereyê bin.

Beriya niha bi 6 salan di 10'ê Cotmeha 2015'an de li meydana Gar a Enqereyê di Mîtînga Ked û Aştiyê de bi destê DAÎŞ'ê komkujî hate kirin. Di êrişê de 103 kes hatin qetilkirin, 400 kes jî birîndar bûn.

Ji Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê Îhsan Seylan di salvegera 6'an a komkujiyê de ji ANF'ê re axivî.

Seylan diyar kir ku her meh saet di 10:04'an de li qadê ne û got, "Ne tenê malbatên ji Enqereyê, li her devera Tirkiyeyê malbatên me tên. Pêvajoyeke dozê bi rê ve diçe, lê tê de valahiyên hiqûqî hene û wezîfedarên cemaweriyê yên ku berpirsyariyên xwe hene nayên darizandin. Heta ku yên ev komkujî li me rewa kirin bên darizandin em ê li qada 10'ê Cotmehê bin."

Seylan bal kişand ser aliyê manewî yê vê yekê û wiha dewam kir, "Ew der gora zarokên wan e... Gelek kes wê derê weke gora hevser, zarok, xwişk, bira û bavê xwe dibînin. Hîn jî li ser dîwarên Gar a Enqereyê xwîna hişkbûyî ya ji wê rojê mayî dikare bê dîtin. Lewma ew der xwedî barekî manewî ye. Ji bo bîranînên mehane yên 10'ê Cotmehê destûr tê dayin, lê belê dema ku tevlîbûn xurt dibe tê astengkirin. Ev yek mirovan gelekî diêşîne."

Seylan 10'ê Cotmehê weke wêneyekî yekbûna Tirkiyeyê ya ji mirovên ji fikrên cuda yên siyasî pênase kir û got, "Li 37 bajaran cenaze hatin veşartin. Bi piştevaniya malbatan merasîmên bîranînê têne lidarxistin. 10'ê Cotmehê ew dem e ku alên ji bo aştiyê ketin xwarê. Ew cenaze bi alên aştiyê hatin pêçandin. Heta ku pêvajo asayî bibe, yên ku divê bên cezakirin werin cezakirin, heta ku şîna dayikên reş girêdane biqede, em ê li wir bin. Heta ku komkujî bi her awayî neyê eşkerekirin, ne wijdanî û mirovî ye ku em dest ji vê hewldana xwe berdin."

Seylan anî ziman ku pêvajoya dadgehê jî bi rengekî vekirî nayê meşandin û ji destpêkê heta dawiyê ew dixwazin hiqûqî be. Seylan ragihand ku heyeta dadgehê li gorî gilînameya dozgeriyê tevdigere û got, "Ji bilî gilînameyê parêzeran bi sedan klasor pêşkêş kirin, lê belê ti ji wan nehatin qebûlkirin. Ev nayê fêhmkirin. Bersûcên DAÎŞ'î hatin darizandin, ceza li wan hate birîn, lê belê 36 bersûc hene, yên reviyayî hene, hinek hene ku tê gotin mirine. Di rewşeke wiha de yên piyon hatin darizandin, lê berpirsyar nehatine dîtin. Lewma pêvajoya dadgehê ne li gorî dilê me ye."

Ji rêveberiya Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê Îhsan Seylan bang li her kesî kir ku beşdarî bîranîna di salvegerê de bibin û got, "Li gorî me; piştevanî û bîranîn wê birînan bipêçe û pêşî li komkujiyeke gengaz bigire. Rêxistinbûneke xurt wê nehêle ku canê mirovan bişewite. Bi dîtina min divê her kes li her cihî ji bo 10'ê Cotmehê bibin piştevan û tenê wê demê wê wijdan bigihêjin hev."