‘Heta ku berpisyarên Roboskiyê hesab nedin, edalet pêk nayê’
Hewldana Edalet Ji bo Roboskiyê diyar kir ku komkujiya li Roboskiyê pêk hatî, îro li Xezeyê diqewime.
Hewldana Edalet Ji bo Roboskiyê diyar kir ku komkujiya li Roboskiyê pêk hatî, îro li Xezeyê diqewime.
Hewldana Edalet Ji Bo Roboskiyê têkildarî meha 142’an a Komkujiya Roboskiyê li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila Roboskî careke din neqewime” hate vekirin û endamê Hewldana Edalet Ji Bo Roboskiyê Tanjû Gunduzalp di daxuyaniyê de axivî.
Gunduzalp, da zanîn ku bi ser Komkujiya Roboskiyê 12 sal derbas bûn û 142 meh in êşeke tena nabe heye û diyar kir ku bi Malbatên Roboskiyê re civak jî li edaletê digere. Gunduzalp axaftina xwe wiha domand: “Di 617 hefteyên ku di ser qetlîamê re derbas bûne, edalet nîne, hiqûq nîne, mirovahî winda ye û berpirs li kolanan in. Di nava 4 hezar û 322 rojên borî de Meclis, daraz, Dadgeha Destûra Bingehîn û DMME’yê bi hev re hewl dan komkujiyê veşêrin. Di komara 100 salî de, di her komkujiyê de ku serdest şirîkên sûc in, sîstem xwe li aliyê bêcezahiştin û bêedaletiyê radigire.”
Gunduzalp, anî ziman ku dewletê mafê jiyanê ku mafê herî bingehîn e nekarî biparêze û wiha got: “Tiştên li Roboskî qewimîn îro li Xezayê diqewimin.”
Gunduzalp, bilêv kir ku rêya aştî û edaletê di Roboskiyê re derbas dibe û anî ziman ku Roboskî şerm û birîna nekewandî ya vê axê ye û lêgerîna edaletê ye. Gunduzalp, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta ku berpirsyarên Roboskiyê hesabê nedin qala edaletê nikare bê kirin. Me ji bîr nekir, em ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin.”