Heke penaber bi dilê xwe biçe wê 6 hezar Euro bidin

Li Elmanyayê li ser 100 hezar penabarî biryar hate girtin ku bi paş ve werin vegerandin. Wezîrê Karê Navxweyî yê Elmanyayê Thomas Maîzîêre got kî bi dilê xwe vegere wê 6 hezar Euro pere bidin wan.

Li Elmanyayê serlêdana 115 hezar penaberî nehate qebûlkirin û biryar li ser wan hate standin ku wan bi paş ve bişînin. Destûra demdemî dane 80 hezarî ji van û biryar hate dayin ku ji Çileya heta bi Îlonê 35 hezar kesî bi paş ve bişînin.

Lê hate diyarkirin ku ji van 19 hezar jê hatin dersînorkirin, sedema wê jî wiha nîşan dan ku van belgeyên geşta derî sînor dernexistine û her wiha welatên wan bi Elmanya re hevkarî nekirine. Wezareta Navxweyî ya Elman jî ji bo ku dersînorkirinê ‘dilkêş’ bike ji bo kesên ku dixwazin biçin 40 welatî, ku di nav van de Sûriye, Iraq û Tirkiye jî hene, bernameya bi navê ‘’welatê te, dahatuya te, niha’ dabûne destpêkirin.

Di nav çarçoweya bernameyê de ji bo ku kesên ku dixwazin bi dilê xwe li welatê xwe vegerina, bi mebesta ‘avakirina dahatuyekê’ alîkariya heta bi 3 hezar Euro bi wan re dihate kirin. Tekane şerta wezaretê jî ew bû ku penaberên ku serlêdana wan qebûl nebûyî bibêjin, ‘’bi dilê xwe ez dixwazim li welatê xwe vegerim.’’

8600 KES BI DILDARÎ VEGERIYAN

Ji bo kesên navsere serê yekî 1200 Euro, ji bo zarokan jî 600 Euro alîkariya pereyan dikin, ji Sibata bihurî heta Cotmehê diyar bû ku 8639 kes ji vê bernameyê sûd wergirtine. Ji ber ku hindik kesan serî lê daye niha wezatê biryar daye ku alîkariyê zêdetir bike.

Wezîrê Navxweyî ji rojnameya Bîl am Sonntagê re axivî û got heta Sibatê ku penaber serî li wan bidin, dema ku vegeriyan welatê xwe, kirêya 12 mehan a xaniyê wan jî wê bidin.

Kesên ku serlêdana wan a bicihbûnê qebûl nebûyî ji bo ku ji alîkariya 6 hezar Euro sûd werbigirin divê di nav 30 rojî de biryara vegera bi dilê xwe bide û serî li bernameyê bide.