Hejmarê penaberên di qezaya li Egeyê jiyana xwe ji dest dan gihişt 31’an

Di encama noqbûyina 2 botên plastîk ên hewl dan penaberan bigihînin girava Mîdîllî ya Yewnanîstanê de cesede 31 kesan ku zarok û jin jî di nav de ne, xwe da peravê. 12 kes jî hatin rizgarkirin.

Di encama noqbûyina 2 botên plastîk ên hewl dan penaberan bigihînin girava Mîdîllî ya Yewnanîstanê  de cesede 31 kesan ku zarok û jin jî di nav de ne, xwe da peravê. 12 kes jî hatin rizgarkirin.

Hate diyarkirin ku di nav ên jiyana xwe ji dest dane de jinek ducanî, zarokên biçûk, ciwan û jin hene. Hê nehatiye diyarkirin ku yên mirî welatiyê ku derê ne, tê gotin ku ji yên hatine rizgarkirin 12 kes ji Iraq û Cezayirê ne.