Hejmara nexweşên bi vîrûsa Ebola gihaşt 16 hezarî

Hejmara nexweşên bi vîrûsa Ebola gihaşt 16 hezarî

Hejmara mirovên li Rojavayê Afrîkayê ji ber vîrûsa Ebola jiyana xwe ji dest didin, roj bi roj zêde dibe.

Li gorî bîlançoya dawî ya ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ve hat weşandin, ji meha Adarê û vir ve bi giştî 15 hezar 935 kes bi vîrûsê ketine. Hat ragihandin ku ji van nexweşan 5 hezar 689 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî bîlançoya dawî ya WHO di 19'ê Mijdarê de weşandibû, hejmara mirovên bi vîrûsê ketine gelekî zêde bûye. Di bîlançoya heftya bihurî de hejmara nexweşan 15 hezar 145 bû û ji van 5 hezar 420 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Ev yek jî nîşan dide ku di nava heftyekê de nêzî 800 kes bi vîrûsê ketine û 269 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Vîrûsa Ebola ya di meha Adarê de hat tespîtkirin, bi taybetî li welatên Rojavayê Afrîkayê li Lîberya, Sîerra Leone û Gîneyê belav bû. Vîrûs ji ber bi xebatkarên tenduristiyê yên biyanî û hin nexweşên hatine van welatan ket, li welatên mîna Spanya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) jî belav bû.

Li Malî jî ku potansiyela belavbûna vîrûsê heye, di hefteya bihurî de bi sedan kes li karantînayê de hatin ragirtin.