Hejmara mirinên ji ber Ebola zêde dibe
Hejmara mirinên ji ber Ebola zêde dibe
Hejmara mirinên ji ber Ebola zêde dibe
Vîrûsa Ebola ku bi mehan e Rojavayê Afrîkayê xistiye nav lepên xwe, her diçe belav dibe.
Li gorî bîlançoya dawî ya ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ve, ji 16'ê Mijdarê û vir ve hejmara mirovên bi vîrûsa Ebola ketine gihiştiye 15 hezar 145 kesî. Ji van kesan 5 hezar 420 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di bîlançoya dawî ya WHO de hejmara nexweşên bi vîrûsê ketine 14 hezar 413 û hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dane jî 5 hezar 177 kes bû.
Şewba ji ber vîrûsa Ebola bi taybetî bandorê li herêmeke berfireh a Sîerra Leone dike. Li gelemperiya Rojavayê Afrîkayê, di hefteya buhrî de 732 nexweşên nû yên bi vîrûsa Ebola hat tespîtkirin û 533 ji van li Sîerra Leone hatin dîtin. Di raporê de hat ragihandin ku li Sîerra Leone, vîrûs bi taybetî li herêmên rojava û bakur belav bûye.
Ji bilî Lîberya, Sîerra Leone û Gîneyê, ku zêdeyî nîvê mirinên ji ber Ebola li van cihan rû da, li Malî jî di nava hefteyên dawî de 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Li Malî hînê 400 kes bi vîrûsê ne yan jî bi gumana vîrûsê tên dermankirin.
Li gorî raporên WHO, li Senegal û Nîjeryayê ku beriya niha mirovan lê jiyana xwe ji dest dabûn, vîrûs bi temamî hatiye kontrolkirin.