Hejmara mîlyonerên li gelemperiya cîhanê zêde dibe!

Hejmara mîlyonerên li gelemperiya cîhanê zêde dibe!

Li ser rûyê erdê, tevî ku bi sed mîlyonan mirov di sînorê birçîbûnê de dijîn, hejmara mîlyoneran her sal zêdetir dibe.

Li gorî rapora bi navê World Ultra Wealth Report a ji aliyê Wealth X û UBS ve hat weşandin, hejmara mirovên maldariya wan zêdeyî 30 mîlyon dolarî ye, ji sedî 6 zêde bû û gihaşt 211 hezar kesî. Giştiya maldariya van kesan 30 trîlyon dolar e û du qat ji dahata neteweyî ya DYA ya ji 300 mîlyon mirovî, zêdetir e.

Li Ewropayê ku piştî krîza aboriyê ya 2008'an aboriya wê hat ber nuqteya rawestînê, hejmara mirovên di nava sala dawî de gihaştine statuya 'multî mîlyoner' ji sedî 6,5 zêde bûye û gihaştiye 61 hezar 820 kesî. Di nava sala dawî de, aboriya welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) bi tenê ji sedî 0,1 mezin bûbû. Giştiya maldariya mîlyonerên li Ewropayê jî ji sedî 8,9 zêde bû û gihaşt 8,3 trîlyon dolarî.

Li Bakurê Amerîkayê hejmara mirovên maldariya wan zêdeyî 30 mîlyon dolar e, ji sedî 6,2 zêde bû û gihaşt 74 hezar 865 kesan. Hukmê van kesan li ser 10 trîlyon 265 mîlyar dolarî heye.

Li welatên Asyayê 46 hezar 635 kes xwedî 6 trîlyon 975 mîlyar dolarî, li Rojhilata Navîn 5 hezar 975 hezar kes xwedî maldariyek ji 995 mîlyar dolarî ne. Li parzemîna Asyayê di heman demê de zêdeyî nîvê xizanên li ser rûyê erdê dijîn.

Li Afrîkayê ku herî zêde xizanî li vê parzemînê heye, 3 hezar 'multî-mîlyoner' hene û maldariya van jî gihaştiye 395 mîlyar dolarî.

Li gorî daneyên Bernameya Xurekê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (WFP), li ser rûyê erdê 1,8 mîlyar mirov nikarin bi têrkerî xwe xwedî bikin. Dîsa li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî herî kêm 840 mîlyon mirov rojane kêmî 1 dolar dahatê ne.