Hejmara jinên êşkence li wan hatiye kirin zêde bûye
Li gorî Rapora Navendên Tedawî û Rehabîlîtasyonê ya TÎHV’ê hejmara jinên ku êşkence li wan bûye, ji sedî 10 zêde bûye.
Li gorî Rapora Navendên Tedawî û Rehabîlîtasyonê ya TÎHV’ê hejmara jinên ku êşkence li wan bûye, ji sedî 10 zêde bûye.
Li gorî Rapora Navendên Tedawî û Rehabîlîtasyonê ya TÎHV’ê (Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê) li gorî sala 2018’an rêjeya kesên bi îddîaya êşkenceyê serî li wan daye ji sedî 11 û jinên ku diyar kirine êşkence li wan bûne jî ji sedî 10 zêde bûye.
Li gorî raporê di sala 2020’an de 205 jinan ji ber êşkenceyê serî li TÎHV’ê dane. Rêjeya kesên diyar kirine ew bêkar in û êşkence li wan hatiye kirin jî ji ji sedî 68’an derketiye 73’an. Rêjeya kesên diyar kirine êşkenceya zayendî li wan hatiye kirin jî ji sedî 27’an derketiye 44’an.
Di raporê de tê diyarkirin ku di sala 2018’an de 505 kesan ji ber êşkenceyê serî li saziyê dane û lê di sala 2020’an de ev hejmar bûye 562. Di sala 2018’na de 186 jinan serî li saziyê dane lê di sala 2020’an de ev hejmar jî bûye 205.
189 kesan jî diyar kirine dema ew di wesayîtên hêzên ewlekariyê yên dewletê de bûne êşkence li wan hatiye kirin.