Hejmara 495’emîn a Serxwebûnê derket

Hejmara 495’emîn a rojnameya Serxwebûnê, bi sernivîsa “Em Dehakên Roja Me Bixînin; Armanca xwe ya Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad Pêk Bînin’” derket.

Di vê hejmara rojnameya Serxwebûnê de, geşedanên siyasî yên li Tirkiye û cîhanê diqewimin, erdheja 6’ê Sibatê, 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî, Newroz, Hefteya Qehremaniyê, pirsgirêkên kadroyan, Ekolojiya Civakî, Elewîtî û guherîna demografiyê, beşekê bibîranînên Fermandar Mahsûm Korkmaz (Egîd) û analîzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkildarê Newrozê û Hefteya Qehremaniyê, hene.

QEHREMANIYÊN LI KURDISTANÊ

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Serdemên qehremaniyê yên dîroka berxwedanê ya gelan’ de wiha gotiye: “Taybetiyên serdema qehremaniya li Kurdistanê, ji taybetiyên qehremanî û pêşengên mezin ên dîroka gelên din derbas kiriye. Bi vê, mirov baş dizane ku em xwe mezin nakin ya jî bêrêziyê li destkeftiyên gelên din û mirovahiyê nakin. Berovajiyê wê, ewqas geşedanên hatine pêkanîn, nîşaneyên li ber çavan ên girêdayîbûyîna bi wan ve ne. Nexwe, divê baş bê dîtin û têgihîştin ku em dixwazin pê rastiyeke dijwar bînin ziman.  Di nav civakeke wiha de ku hikmê dîrok û serdemê yê di der bar de ewqas bêyî rehm e, ji bo vejînê diyar e ku qehremanên mezin divên.”

BI FEDAKARIYA DUHÊ, PKK YA ÎROYÎN AVA BÛ

Di beşê pêşîn ê bi sernavê nivîsa ‘’Beşek ji bibîranînan û ‘’Hêviyên Newroza sala 1985’an hişyar kirine’’ ku Mahsûm Korkmaz (Egîd) 7 sal beriya Pêngava 15’ê Tebaxa sala 1984’an nivîsîne, analîzeke civakî ya kûr a şertên Kurdistanê yên salên 1983-1985’an hene.

‘’Me ku amadekarî dikirin, sekin bi dijmin jî nediket. Hêza xwe li ser sînor zêde dikir, dixwest ku em li vir pê re pev biçin da ku nehêle em derbas bibin û koman ji holê rabike. Diyar bû ji taktîka me fêm nekiriye û xwe li gor şerê nîzamî amade kiribû. Li bakur ji aliyê sînor ve li devereke bi 100 km’yan, cihên stratejîk girtibûn û derên derbasbûnê yên giring xistibûn bin destên xwe. Bi vî awayî pişta eniyê li xwe zexm kiribû. Dijmin ev amadekarî dikirin, lê hemû yekîneyên me derbas bûbûn û me li Başûr gelek rehet kir.’’ Mahsûm Korkmaz di piraniya nivîsa xwe de, bi zimanekê fesîh behsa awayê tevgerînê yê dewleta Tirk a dagirker, miemeleya gel a berpêyî gerîla, zehmetiyên qewimîne, fedakariyên hatine kirin, şertên zehmet ên erdnîgariyê, rewşa rêxistinî, kiriye.

PÊVAJOYA PÊNGAVEKE NÛ YA TEVGERA JINAN

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Besê Erzîncan, di nivîsa xwe ya bi sernavê ‘’Berxwedana Jinan Cewherê Mixelefeta Civakî ye’’de ku li ser wateya çalakiyên 8’ê Adarê yên îsal û wateya 8’ê Adarê sekiniye, diyar dike ku di çarçoveya dirûşmeya ‘’Bi 8’ê Adara sala 2023’yan re, bi ‘Jin, jiyan, azadiyê em ber bi şoreşa jinan ve diçin’’ wan dest bi pêngaveke nû kiriye û bi vê pêngavê wan ji xwe re kiriye armanc ku hem bi xwecihî hem jî di asta cîhanî de bibin bersiv ji bo pêvajoyê. Bi pirsên ‘’Tevgera jinan gihîşt asteke giring. Em kesên di nav de çi qas azad bûne? Bi sekina xwe, bi xebatên xwe em çi tevkariyê li tevgera jinan dikin? Mirov çawa dikare tevgera jinan mezin bike? Mirov dikare çiqas geşe bi hevrêtiya jinan bide? Me jinan di awayê xwe de, xwe çiqas ji desthilatîparêzî, takekesî û ezeziyê rizgar kiriye? Em çiqas dikarin rexneyan li sosyalîzma reel û lîberalîzmê bikin? Dogmatîzm, nexweşiyeke desthilatdariyê, nexweşiya mêrserweriyê ye. Lîberalîzm û takekesîi hevparbûn û piştevaniyê qels dike, ji hev belav dike. Nikare bi rêxistin bike. Di bipêşvebirina jiyaneke alternatîv de, di kesayet û xebatên xwe de, me jinan çiqas karî xwe ji tiştên feraseta mêrserwer rizgar bikin? divê xebatkar û rêveberên tevgera jinan xwe bi xwe rexneyan li xwe bikin.

PARTIYEKE KU BINGEHA WÊ DI NEWROZÊ DE HAT DANÎN

Endamê Konseya Birêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, di nivîsa xwe ya bi sernavê ‘’PKK, Partiyeke Azadiyê ye ku Bingeha Wê di Newrozê de Hatiya Danîn’’de, dide xuyakirin ku di dîroka têkoşînê ya bi 50 salan de tu tişt jixweber bi pêş ve çûye, her tişt bi keda afirîner, wêrekî û fedakarî û zanebûna mirov pêk hatiye.  Dûran Kalkan, têkildarê hilbijartinên ku wê 14’ê Gulanê bên kirin, vê tesbîtê dike: ‘’Di merheleyeke wiha de, ketina faşîzma AKP-MHP’ê, wek bûyereke mezin a şoreşa demokratîk dît. Tişta heyî, ne bi tenê guherîna desthilatdariyekê, çûyîna partiyekê bi hilbijartinê û hatin ser hikum partiyeke din nîn e. Wê bûyereke demokratîk biqewime. Wê beşê hişmendî û siyaseta faşîst ku bi AKP-MHP’ê bi ruh û can bûye, têk biçe. Wê li Tirkiyeyê rê li ber şoreşa demokratîk vebibe. Di vê astê de em giring dibînin.’’

Bozan Tekîn, di nivîsa xwe ya bi sernavê ‘’Bi Tevgera Kawayê Hevdem Kesayeta Newrozê Hatiye Avakirin’’ de, behs dike ku bipêşveçûyîna dîrokî ya Newrozê çawa bûye, bi çebûna PKK’ê wek partiyeke Newrozê, fedaîtî di nav PKK’ê de çawa bi ruh û can bûye; Amara Harûn jî di nivîsa xwe de ku bi sernavê ‘’Kurd û Adar’’ e, nivîsiye, wiha dibêje: ‘’Jê re dibêjin Adar. Meha ku Kurd jê re dibêjin Adar, meha pêşîn a biharê ye. Ger meheke her gelekî hebûya, wê meha Kurdan Adar bûya. Zindewariya ku meha Adarê di defa sînga xwe de hildigire, daxwaza ji bo azadî û hebûnê; zarokên Kurd ku serên çiyayan ji xwe re kirine war, ji berê ve çi xweş li jinên Kurd tê. Lewma ji şibandinê wêdetir, divê mirov ji meha Adarê re bibêje Adara Kurdan, bibêje meha jinan.’’ 

PARASTINA PARTIYÊ

Di nivîsa bi sernavê ‘’Divê Mirov Partiyê Biparêze û Bi Erkên Serdemê bi Serkeftin Rabibe’’ li ser taybetî û awayê jiyanê ku divê bi kadroyên partiyê re hebe, li ser kêmasiyên di vî warî de sekiniye û wiha dibêje: ‘’Rêber Apo temenek ji bo PKK’ê diyar kiriye. Dibêje ku  civak heta di şertên moderniteya kapîtalîst de bê asta xwebirêvebirinê, pêwist e. ’’ Vê boneya xwe jî bi vî awayî datîne holê: ‘’Gava mijar dibe rêxistin û têkoşîn, pirsgirêken kadroyan derdikevin pêşberê mirov. Di civaka hevdem de, kadro û pêşeng qedrê xwe ji dest nadin. Berovajiyê wê, ji ber ku civak yekcar li hev ketiye, rolê wan giringtir dibe. Ya giring ew e ku kîjan perspektîfan ji xwe re dikin esas. Bi vî awayî di şertên modernîteya kapîtalîst de, çareseriya Rêber Apo ya ji bo pirsgirêkên pêşengtiya civakê, pirsgirêka hebûn û azadiyê ya Kurdan, avakirina PKK’ê û têkoşîna wê ye û diyar kiriye ku wê ev pêşengtî heta bi kengî dewam bike.’’ 

Di vê hejmarê de her wiha nivîsa bi sernavê ‘’Erdhej, Rojavayê Bakurê Kurdistanê, Rewşa Kurdên Elewî’’ ya Ferzan; nivîsa Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê ya bi sernavê ‘’Li Ser Ekolojiya Civakî’’, nivîsa Helîn Umît a bi sernavê ‘’HBDH, Tifaqa Şoreşa Sosyalîst a Demokratîk a Gelên Tirkiyeyê ye’’; nivîsa Şiyar Amed a bi sernavê ‘’Ji Hefteya Qehremaniyê ta bi Salên Qehremaniyê’’ û nivîsa Dûran Kalkan a bi sernavê ‘’Erdhej, Siyaset û Geşedanên Dibe ku Biqewimin’’ di vê hejmarê de ne.

Nivîsa nirxandinê ya Endamê Konseya Birêvebir a PKK’ê û Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan a li ser şehadeta Fermandar Fazil Botan li ser bergê paş ê vê hejmara Serxwebûnê ye.