Hefteya Mafên Mirovan: Li Tirkiyeyê êşkence rewa kirine

Nûnerê TÎHV'ê yê Amedê Bariz Yavûz diyar kir ku AKP'ê bi pêkanînên xwe yên vekirî êşkence rewa kiriye û got, li girtîgehên ku destûra lêkolînê lê nayê dayin êşkenceyeke gelekî giran tê kirin.

Girtîgehên ku di kevneşopiya dewleta Tirk de her wextê bûne navenda zilmê, ji bo AKP'ê jî bûye adresa polîtîkayên êşkenceyê. AKP a ku bahaneya 15'ê Tîrmehê û Rewşa Awarte li dijî Kurdan û hêzên şoreşger bi kar anî, li girtîgehan terorê li girtiyan dike. Ligel êşkence û kiyarên xerab ên li derveyî mirovahiyê, girtiyên nexweş jî nayên dermankirin û di nava lepên mirinê de tên hiştin. Ji xwe kapasîteya girtîgehan têra hejmara mirovên di operasyonên qirkirina siyasî de hatine binçavkirin nake. Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ê Amedê parêzer Bariş Yavûz, bi wesîleya 10-17'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan, binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan ji ajansa me re nirxand.

ÊŞKENCE REWA KIRIN

Yavûz da xuyakirin ku li girtîgehan şert û mercên jiyana însanî nîne û anî ziman, di dîroka Tirkiyeyê de cara yekê ye ku hejmareke ewqasî zêde girtî û hikumxwar hene.

Yavûz destnîşan kir ku piştî ragihandina Rewşa Awarte êşkence hatiye rewakirin û diyar kir, êşkenceya li mirovên piştî 15'ê Tîrmehê hatin binçavkirin tê kirin, weke amûra rewakirina êşkenceyê tê bikaranîn.

Yavûz ragihand ku bi rêya dîmenên di medyayê de tên weşandin, tirsa "Li kesên li dijî dewletê sûc bike, êşkence tê kirin" li nava civakê hatiye bicihkirin.

Yavûz da zanîn, êşkenceya ku di binê çavan de dest pê dike li girtîgehan didome û got, "Êşkence li girtîgehan bi dijwarî didomê. Normal, îdîayên li ser êşkenceyê beriya xistina girtîgehê dihat gotin. Lê belê sala 2017'an hem li binê çavan hem jî li girtîgehan êşkence bi rengekî vekirî hate kirin. tecrîda li girtîgehan her zêde dibe. Tecrîd bi xwe jî êşkence ye û ti aliyekî xwe yê bê qebûlkirin nîne. Niha bi hezaran kesên li girtîgehan bi tecrîdê tên cezakirin."

'EGER WIHA DEWAM BIKE WÊ NÎVÊ TIRKIYEYÊ BIBE GIRTÎGEH'

Di dewama axaftina xwe de Yavûz ragihand ku êşkencekar nayên darizandin, bi rêya qanûnên ji aliyê hikumetê ve tên derxistin tên parastin û bi bîr xist ku dadgerî li gorî biryarnameyan pêwîstiyê bi şopandin û darizandina êşkencekaran nabîne.

Yavûz diyar kir ku 233 kesan di sala 2017'an de serî li TÎHV'ê dan û gotin ku êşkence li wan hatiye kirin û got, "Li girtîgehan rêjeya êşkenceyê gelekî zêde bûye. Lê belê ji ber ku weke TÎHV derfetên me nîne ku biçin girtîgehan û lêkolînê bikin, em tenê li ser serlêdanên li me tên kirin nirxandinê dikin. Bi rengekî bê navber girtîgehên nû tên çêkirin. Girtîgehên gelekî mezin. Eger bi vî rengî dewam bike wê gşeke mezin a Tirkiyeyê veguhere girtîgehê. Girtîgeha mezin a li Amedê tê çêkirin kêm maye biqede. Êşkence êdî rojane tê kirin. Tecrîd tê şidandin. Girtiyên ku ji civakê hatine qutkirin, ji hev jî tê dûrxistin."

Yavûz destnîşan kir ku eger rewş bi vî rengî dewam bike wê birînên gelekî mezin li Tirkiyeyê vebe, demokratîkbûn wê êdî nepêkan be û got, "Ji ber vê yekê divê Tirkiye tavilê li xeta demokrasî û wekheviyê vegere. Divê rejîma Rewşa Awarte û biryarnameyan derhal bê rakirin."