HEDEP'ê ji bo 'Avakirina Komara Demokratîk' bang kir

Hevserokên HEDEP'ê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan bang kirin ku bi hev re komara demokratîk ava bikin.

Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan bi wesîleya salvegera 100'emîn a komara Tirkiyeyê de daxuyaniyek weşandin.

Hevserokan gotin, "Beriya ku sed salên din ji dest biçin, ji bo jiyaneke bi hev re û wekhev a gelan, baweriyan, bindestan û demokratîk em bi hev re Komara Demokratîk ava bikin."

Hevserokan gotin, "Demokratîkkirina komarê wezîfeya me ya dîrokî ye. Komarê sedsalek li pey xwe hişt" û wiha dewam kirin:

"Bi destpêkirina sedsala duyemîn de jinûve avakirina Komara Demokratîk wezîfeyeke dîrokî ye ku li pêşiya me ye. Kêmasiya bingehîn û herî girîng a sedsala destpêkê ew bû ku ji demokrasiyê bêpar bû. Çand, bawerî û nasnameyên cuda li ser bingeha welatiya wekhev bi rengekî azad û hurmetdar nekarîn bijîn, zîhniyeta tekperest serwer bû. Ji ber vê yekê pirsgirêka Kurd bi rengekî demokratîk û aştiyane nehate çareserkirin.

Bi destpêkirina sedsala duyemîn de avakirina Komara Demokratîk mifteya avakirina neteweya demokratîk û welatîbûna azad e. Di serî de pirsgirêka Kurd pirsgirêkên gel û baweriyan bi Komara Demokratîk çareser dibin. Komareke li Tirkiyeyê bi demokrasiyê hatiye tacîdarkirin, derfeta jiyana aştiyane dide Kurdan, Tirkan, Ereb, Ermen, Yahûdî, Fars, Suryanî û hemû gelên din ên Rojhilata Navîn, bi vî rengî wê ji çareserkirina pirsgirêkên dîrokî yên li herêmê re bibe alîkar. Werin em dersan ji sedsala destpêkê derxînin. Beriya ku sed salên din ji dest biçin, ji bo jiyaneke bi hev re û wekhev a gelan, baweriyan, bindestan û demokratîk em bi hev re Komara Demokratîk ava bikin."