HDP ji bo rojeva krîzê awarte kom dibe

HDP’ê ragihand, “MYK’a me ji bo rojeva krîzê bi awayeke awarte dicive.”

Hevserokên Giştî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, endamên xwe yên MYK’ê sibê bi qoda “lezgîn” kom dike.

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, bi qoda “lezgîn” Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya partiya xwe ji bo sivê xwendin civînê.  Di civînê de wê pêşniyarên çareseriyê yên li dijî qeyrana aboriyê û bandora wê ya li ser civakê bên niqaşkirin.

Hevserokên Giştî wê piştî civîna MYK’yê daxuyaniyê bidin.