HDP: Gotina dawî em ê bibêjin!
HDP'ê di encamnameya Konferansa Rêveberiya Xwecih a Demokratîk de got, ''Li dijî qeyûm gotina dawî em ê bibêjin.''
HDP'ê di encamnameya Konferansa Rêveberiya Xwecih a Demokratîk de got, ''Li dijî qeyûm gotina dawî em ê bibêjin.''
Encamnameya Konferansa Rêveberiya Xwecih a Demokratîk a HDP'ê ku 26'ê Îlonê bi dirûşma, ''Dema Hilweşandina Rejîma Qeyûm û Avakirina Rêveberiya Xwecih a Demokratîk e'', a ku diyarî Deniz Poyraz hatî kirin, hate aşkerekirin.
Di encamnameyê de têkilî qeyûman hate gotin, ''Rejîma qeyûm ji hêla firazeya xwe ve Plana Şark Islahatê ya duyan e. Dema ku mirov li pratîka qeyûman a di navbeyna salên 2016-2019'an de dinere, mirov dibîne ku mesele pêngaveke siyasî û îdarî ya biplan a li ser nasname û nirxên Kurdatî ye. Lê ev rejîma ku bi êrîşên li ser Kurdan nemaye, îro tesîra xwe li ser tevahiya Tirkiyê kiriye.''
Bi berdewamî hate gotin, ''Em, li dijî van êrîşan di her şertî de nûnerên wê rêça siyasî ne ku li vîna xwe xwedî derdikevin. Em ê li qeyûman nebanin, têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin, bêyî ku ji hêza xwe bi paş ve gav bavêjin li dijî qeyûman gotina dawî em ê bibêjin.''
Di encamnameyê de têkilî Rêveberiya Xweser jî hate gotin, ''Li dijî pergala zextê û sînordanînê ku îdareya navendî dixwaze li ser rêveberiyên xwecih deyne, em xweseriya demokratîk a Rêveberiya Xwecih bi domdarî diparêzin.''