HDP: Em destwerdana leşkerî ya Rûsyayê red dikin
HDP'ê bang li Rûsyayê kir ku dawî li operasyonên leşkerî bîne û reyên muzakereyê veke.
HDP'ê bang li Rûsyayê kir ku dawî li operasyonên leşkerî bîne û reyên muzakereyê veke.
Desteya Rêvberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkilî şerê Rûsya yê dijî Ukrayna daxuyaniyeke niviskî da û got tişta ku li Ukraynayê dibin, ''Xeleka dawî ya têkoşîna serweriyê ya di navbeyna NATO'yê û Rûsyayê de ye.''
HDP'ê di daxuyaniyê de got, ''Em destwerdana leşkerî ya Rûsya, ku bi binpêkirina hiqûqa navnetewî daye destpêkirin bi teqezî dikin. Bang dikin dilsozî Peymana Mînskê be, operasyonên leşkerî rawestîne û rê li qenalên muzakereyê veke.''
HDP'ê her wiha bang li hikûmeta Ukraynayê jî kir û got,''Em bang dikin dev ji wê helwestê biqere ku rageşiya di nav du blokan de geş dike, em destekê didin hewldana diyalogê ya li gel Rûsyayê.''