HDP’ê serlêdan kir: Bila doza girtinê bimîne piştî hilbijartinê
HDP’ê ji bo ku doza girtinê ji piştî hilbijartinê re were hiştin, car din serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da.
HDP’ê ji bo ku doza girtinê ji piştî hilbijartinê re were hiştin, car din serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi her awayî dibe rojeva sereke ya Tirkiyeyê û Kurdistanê. HDP tevî doza girtinê ku li dijî wê hatiye vekirin jî wek partiya kilîd a hilbijartinê tê dîtin. Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind doza girtinê li HDP’ê vekiriye. Ev doz li Dadgeha Destûra Bingehîn dewam dike. HDP’ê serlêdanek nû li dadgehê kir. HDP ji bo ku biryara talî ya dozê bimîne piştî hilbijartinê di 16’ê Çileyê de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû.
Piştî ku ev serlêdan hat redkirin vê carê HDP bi daxwaza ku doz piştî erdhejê bê lidarxistin û dîroka parastina wê devkî 3 mehan bê taloqkirin serlêdan kir. Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana HDP’ê nirxand û ji bo parastina devkî mehek taloq kir û dîroka parastinê 11’ê Nîsanê da.
Piştî ku bernameya hilbijartinê hat eşkerekirin, HDP bi daxwaza ku doza girtinê bimîne piştî hilbijartinê li Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdanek nû ya duyemîn kir.
Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan serlêdanê amade kir û di serlêdanê de diyar dike ku di kamapnya hilbijartinê de ne pêkan e parastina devkî bike û xwest dîroka parastina devkî taloqî piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê bê kirin.